Li Tacîkîstanê pêşnûmeya qedexekirina ‘hîcabê’ hat pejirandin

Li Tacîkîstanê pêşnûmeya qedexekirina bikaranîna turban, hîcab û hemû “sembolên îslamî” yên ku wek “cil û bergên ji çanda welêt re biyanî” tên dîtin, hat qebûlkirin.

Navenda Nûçeyan - Serokkomarê Tacîkîstanê Îmamalî Rahman di 20’ê Hezîranê de 35 pêşnûmeya zagonê îmze kir ku di nav wan de qanûnên ku hîcabî jî qedexe dike, “Rêzkirina kevneşopî û merasîman” û “Berpirsiyariya perwerdekirin û mezinkirina zarokan” jî hene.

Li gorî pêşnûmeya îmzekirî; Li welat cil û bergên li dijî çanda netewî bikaranîn, di cejnên olî yên weke Cejna Qurbanê de, edeta “iyd gardak” a ku zarok mal bi mal digeriyan û diyariyên eydê dixwestin, hat qedexekirin. Sivîlên ku qanûnê binpê bikin wê 7 hezar û 920 somonî ya Tacîkîstanê (25 hezar TL), li rayedarên hikûmetê 54 hezar somonî (167 hezar TL) û otorîteyên olî wê bi 57 hezar û 600 somonî (178 hezar TL) bên cezakirin.

Di daxuyaniya Serokkomariyê de hat diyarkirin ku armanca guhertinên di qanûnê de parastina nirxên çandî yên netewî, pêşîlêgirtina baweriya tewş û tundrewiyê û nehiştina îsrafên di merasîm û cejnan de ye. Di daxuyaniyê de agahî nehat dayîn ka qanûna nû ya qedexekirina hîcabê li qadên giştî bi temenekî diyarkirî re sînordar e yan na.

Li Tacîkîstana ku ji sedî 99’ê nifûsa wê Misilman in, li gorî daneyên fermî bi salan e li sazî û dibistanên dewletê fiîlî qedexe ye. Li welêt destûr nayê dayîn ku mêr rihê xwe dirêj bikin. Di salên dawî de ji raya giştî re hat eşkerekirin ku bi hezaran mêr li ser rêyan ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û rihên wan bi darê zorê hatin jêkirin. Hikûmetê ev pêkanîn bi tirsa radîkalbûna li Asyaya Navîn bi şopandina rêya Efganîstanê vegot.