Li Suweydayê jina ku hewl dida gundê xwe biparêze hat qetilkirin

Li bajarê Suweydayê yê Sûriyeyê, pevçûnên di navbera şervanên herêmî û komên girêdayî rêveberiya demkî de zêde dibin. Li gorî daxuyaniyê Nexweşxaneya Dewletê ya Suweydayê, 64 kes ku jinek û du zarok jî di nav de ne, mirine.

ROŞÊL CONYOR

Suweyda – Li bajarê Suweyda yê başûrê Sûriyeyê ku piraniya niştecihên wê Durzî ne, di navbera şervanên herêmî û komên girêdayî rêveberiya demkî ya cîhadîst a HTŞ’ê de şer berdewam dike.

Li gorî daneyên fermî yên destpêkê yên ku ji hêla Nexweşxaneya Dewletê ya Suweyda ve hatine weşandin, hejmara miriyan di pevçûnan de gihîştiye 64 kesan. Di nav kuştiyan de du zarok û jinek jî hene, her wiha hejmara birîndaran ji 200’î derbas bûye. Tê payîn ku mirinên din ên ku bi fermî nehatine tomar kirin jî hebin.

Pevçûn bi tenê li navenda bajêr sînordar nebûn; her wiha ber bi gundên li gundewarên rojava yên wekî Tayyîre, Lebîb û Carin ve jî belav bûn.

Hewl dida gundê xwe biparêze

Li gorî peyamnêrê Navenda Agahdariyê ya Rojava, jineke bi navê Fewziye Fexredîn El-Şeranî, ji gundê El-Dur ê parêzgeha Suweydayê, di êrîşeke li ser gundê xwe de hatiye kuştin. Li gorî agahiyan, Fewziye Fexredîn El-Şeranî çek hilgirtiye û ji bo parastina gundê xwe li dijî komên cîhadîst tevlî şer bûye û şeş êrîşkar bêbandor kiriye. Li gorî agahiyan, di pevçûnê de ew birîndar bûye û hatiye kuştin.