Li Sûweydayê 1’emîn Kongreya Tevgera Femînîst a Siyasî pêk hat
Tevgera Femînîst a Siyasî ya li bajarê Sûweydayê, yekem kongreya xwe li dar xist û tê de girîngiya hebûna rola jinê ya di Destûra nû ya Sûriyê de nîqaş kir.
ROŞÊL CANYOR
Sûweyda- Ji aliyek ve li hemberî jinan yasayên sînorkirina mafên wan tên derxistin, ji aliyê din ve jî bi rêya tevgeran jin xwe birêxistin dikin. Li welatên Rojhilata Navîn her ku diçe hejmara tevgerên jinan zêdetir dibe. Yek ji vana jî Sûweyda ye. Di encama têkoşîna jinan a ji dîrokê heta niha berdewam dike de, Tevgera Jinan a Siyasî derket holê. Di 23'ê Çileyê de li bajarê Sûweydaya Sûriyê Tevgera Jinan a Siyasî 1’emîn Kongreya xwe li dar xist.
Armancên avakirina tevgerê
Di destpêka kongreyê de Tevgera Femînîst a Siyasî ya ku di 23'ê Cotmeha sala 2017'an de hatiye avakirin û armancên wê ji beşdaran re hat vegotin. Di pêşkêşiya derbarê tevgerê de hat diyarkirin ku armanca wê ya sereke, nûnertiya jinan a di siyasetê de, şanazî û hişyariya jinan a derbarê mafên wan de, her wiha bidawîkirina tundî û destdirêjiya li ser jinan e. Endamên Tevgera Femînîst a Siyasî di kongreyê de derbarê girîngiya hebûna jinan a di nivîsandina Destûra Nû ya Sûriyê de, nêrînên xwe anîn ziman.
'Divê mafê jinan di azadiyê de hebe'
Lîna Wefayî cudahiya di navbera tevgerên femînîst û jinan de anî ziman û wiha got: “Tevgera jinan, tevgerek e ku tenê jinan di nava xwe de dihewîne û Tevgera Femînîst parastina mafên jinan dike, di nava xwe de jin û mêran dihewîne. Femînîzm, têgehek hatiye veguherandin û wek dijminatiya mêran û parastina mafên jinan hatiye fêmkirin. Azadiya siyasî ji gelê Sûriyê re girîng e, lê pêwîst e mafên jinan jî di nava van azadiyan de hebin. Niha em di qonaxa avakirina destûreke nû ya Sûriyê de ne. Divê em jin di kongreya netewî de û di komîteya parastina mafên jinan de cih bigirin, da ku di nivîsandina zagona nû de hemû mafên jinan bên misogerkirin û berjewendiyên wan ên wekhevî û mafan li ber çavan bên girtin.”
'Girîngiya hebûna jinê ya di destûra nû de'
Di dawiya gotinên xwe de Lîna Wefayî destnîşan kir ku hewce ye hebûna jinan di kongreyê de hebe û wiha vegot: “Divê ji bo parastina mafên xwe em bixebitin û hebûna me di nivîsandina destûra nû de gelek girîng e. Ji ber encama şer û pevçûnan niha 23 hezar zarok bê nasname mane. Pêwîst e ku di guhertina destûrê de mafê dayîkê hebe ku nasnameya zarokên xwe diyar bike. Hebûna jinê di nava destûra nû de ji bo ku maf û daxwaziyên xwe bi dest bixe girîng e. Me li ser navê Tevgera Femînîst a Siyasî navê hin siyasetmedarên jin hilbijartine ku di kongreya netewî ya nivîsandina Destûra nû de cih bigirin. Di sîstema Sûriyê de jin rastî gelek kêşeyan hatin û rolên wan weke teşe di nava siyasetê de hatibûn diyarkirin. Loma di Destûra nû ya Sûriyê de pêwîstî bi hebûna jinan heye ku nûnertiya hemû jinên herêmê bike.”
'Pêwîstî bi lidarxisitina diyalogan heye'
Wijdan Nasîf jî da zanîn ku hewceye mafê jinê di destûra nû de hebe û wiha axivî: “Tevgera Femînîst a Siyasî bi rêxistin, lêkolîner û dîrokvanên xwe ve gelek ked dide ku mafên jinan bên parastin. Girîngî heye ku di destûra nû de jin û hiqûqnas cihên xwe bigirin û bi awayek wekhev ev destûr bê nivîsandin. Qonaxa ku hikûmet niha tê re derbas dibe, qonaxek demkî ye, ji ber vê yekê divê em diyalogên netewî li dar bixin da ku em bikaribin hikûmetek hemû pêkhate û mezhebên civakê di nava xwe de bihewîne ava bikin."