‘Li Sûriyeyê qada siyasî di nav xeterê de ye’
Çalakvanên jin ên Sûriyeyê diyar kirin ku tunebûna têgehên demokratîk û sivîlbûnê ya di kongreya Diyaloga Niştmanî de, nîşan dide ku qada siyasî li Sûriyeyê di nava xeterê de ye.

ROŞÊL CONYOR
Suweyda – Ji aliyê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ve kongreya Diyaloga Niştmanî di 24 û 25'ê Sibata îsal de hat lidarxistin. Der barê vê kongreyê û windabûna têgeha demokartîkbûn û sivîlbûnê de, çalakvanên jin ên Sûriyeyê diyar kirin ku windabûna van têgehan di kongreyê de qada siyasî li Sûriyeyê dike xeterê.
'Îsraîl ewlehî û aramiya herêmê dike hedef'
Çalakvana siyasî Beraa Neîm bal kişand ser aloziya ewlehiyê ku di van demên dawî de li bajarê Cermana yê paytexta Sûriye Şamê rû daye û wiha got: "Bi hewldana ku fitne di nava civakê de derxe û aloziya ewlehiyê li Cermana rû bide, Îsraîlê banga parastina Durziyan kir. Ji aliyê eşîrên Ceremana ve ev fitne hatin rawestandin. Ceremana cihê wekheviya gelan û pêkhateyan bû, wê her dem wisa bimîne. Her wiha parastina Îsraîlê ya ji bo niştecihên herêmê ne rast e. Îsraîl aramiya herêmê nake armanc, ew ji bo berjewendiyên xwe tevdigere. Ew dixwaze şer di nava gelên herêmê de derxe. Ên herî zêde ji van tevliheviyan zirar dibînin, ciwan in. Ji ber vê yekê pêwîstî bi pêşxistina zanebûnê heye û divê ku rastiya Îsraîlê ji wan re eşkere bikin. Çareserî, piştevaniya me ya bi hev re ye, bi taybetî ya di nava jinan de."
'Divê kongre li ser bingeha demokratîk bihata avakirin'
Beraa Neîm têkildarî kongreya diyaloga niştimanî ya ku di van demên dawî de hatiye lidarxistin wiha got: "Rêjeya beşdariya jinan a vê diyalogê, gelek kêm bû. Ji sedî 20’î derbas nekir. Mixabin di encama kongreyê de têgehên demokrasî û sivîlbûnê cih negirtin. Ev jî fikarên derbarê pêşeroja Sûriyeyê ya siyasî de zêde dike. Divê komîteya destûrê vê yekê di berçav re derbas bike. Ji ber ku divê Sûriyeya nû, li ser bingeha demokratîkbûn û sivîlbûnê bê avakirin. Rola jinan a di sazkirina destûra nû de, divê aktîf be."
'Feraseta mêr li ser qada siyasî ya Sûriyeyê serwer e'
Çalakvan Hiyam Zên El-Dîn jî li ser rola jinan a li hemberî aloziyên ku niha li Sûriyeyê derketine got: "Li hemberî aloziyên ewlehiyê ku herî dawî li Ceramanayê rû dan, jinan roleke mezin lîst û bi çalakiyên xwe daxuyaniyên Îsraîlê red kirin, banga hevgirtina niştimanî kirin. Kongreyek hatibû lidarxistin lê tê de jin nînbû. Ev jî tê wateya ku feraseta mêr li ser qada siyasî ya Sûriyeyê xwe ferz kiriye û jinan ji vê qadê dûr dixin."