Li Silêmaniyê ji bo 8’ê Adarê festîval hat lidarxistin
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê festîvalek hat lidarxistin. Di festîvalê de 35 jinan berhemên xwe yên bidest çêkirine nîşandan.

Navenda Nûçeyan – Îro li navenda çandê ya Sera ya li Silêmaniyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê festîvalek hat lidarxistin.
Rêvebira festîvalê Ezîme Ezîz di derbarê festîvalê de ji Rojnews’ê re axivî, di serî de 8’ê Adarê li jinên her çar parçeyên Kurdistanê pîroz kir û got: “Di vê festîvalê nêzî 35 jin bi karên xwe yên destan tevil bûne û berhemên xwe nîşan didin.”
Ezîme Ezîz got: “Mixabin navendek me nîne ta jin bi karin ji malê derkevin derve û li wê navendê berhemên xwe nîşandin. Ji berku gelek jin hene derfetên wan nîne ku dikanek vekin û kirêya wê bidin. Her wiha beşek ji jinan jî astengdarin û hinek jî nexweşin.”
Di dawiyê de Ezîme Ezîz xwest navendek ji bo wan were vekirin û jin bikarin herî kêm heftiyê du rojan berhemên xwe yên bi dest çêkirine têde nîşanî welatiyan bidin.