Li Kobanê jin ji qada 8’ê Adarê peyam dan
Jinên bajarê Kobanê ji bo şahiya 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanê daqetin qadan û bi yek dengî azadiyê qêriyan. Jinan peyama “Em ê bi têkoşîna jinan welat azad û civakeke demokratîk ava bikin” dan.

Kobanê – Bi boneya roja 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî bi hezaran jin û şêniyên Kobanê ya kantona Firatê li Qada Jina Azad kombûn û bi meşeke girseyî berê xwe dan cihê pîrozbahiyê ya li Qada Şehîd Egîd.
Şahiya 8’ê Adarê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê destpê kir.
Piştre Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya xweseriya demokratik a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed axaftin kir.
‘Emê bi têkoşîna jinan welat azad û civakeke demokratîk ava bikin’
Îlham Ehmed wiha got: “Em li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê di qonaxeke dîrokî re derbas dibin ku dê çarenûsa herêmê diyar bibe. Lewra jî gotinek, çalakiyek û Xebatek jî bi wate û bi nirxe. Di dema ku em 8'ê Adarê pîroz dikin, li hîn bajarên Sûriyê jin û zarok tên qetilkirin. Ji bi bo vê jî li kîjan erdnigariya Sûriyê dibe bila bibe, divê em bi wan hîs bibin. Ji bo wê jî girîng e ku em çarenûs û pêşeroja hemû jinên Sûriyê wekhev bigrin dest. Lewma jî têkoşîna em îro didin meşandin, nûnertiya hemû jinan dike. Ji bo ku em bikaribin Rojhilata Navîn bi aramî ava bikin, pêwistiya me bi avakirina welat û civakên demokratîk ku azadî û mafê jinan dipejirîne heye. Lewra jî roja 8'ê Adarê ku tê wateya bilindkirina asta têkoşînê û dorfirehkirina berxwedanê, emê vîna vegûherînin hemû rojan da ku em wekheviya di navbera jin û mêr de misoger bikin. Bi vê wesîleyê em teqez dikin ku emê di pêkanîna perspektîfên Rêber Apo de bi îsrar bin û têkoşîna xwe bi vê felsefeyê mayînde bikin."
‘Hemû rojên me 8`ê Adarê ne’
Her wiha hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan ya kantona Firatê Sara Xelîl jî wiha axivî: "Em vê rojê li rêhevalê jin ku niha di zîndana de û yên ku di çeperên şer de ne pîroz dikin. Roja 8’ê Adarê em niha bi şoreşa xwe re bi serbestî pîroz dikin. Ji ber ku beriya çend salan ku ev roj gel pîroz dikir bi destê desthilatadaran dihat qedexekirin. Li gelek deveran astengî ji bo vê rojê dihatin çêkirin. Lê Rêber Apo dibêje ‘divê hemû roj bibe cejna jinan’. Ji bo vê jî em îro dibînin kjinan di hemû qadan de cihê xwe girtine ji bo vê ez dibêjin cejina hemû jinên cîhanê pîroz be."
Şahî bi bernameya hûnerî ji aliyê koma Şehîd Esmer, Stêra Zêrîn, Peymangeha Vejîn, Koma Dayîkan a Govendê, hûnermed Silava Bozo û Ehlam Ebdî bi rêve çû. Di şahiyê de bê navber diruşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin berzkirin.
Şahî bi gerandina govendê û tilîliyên jinan bi dawî bû.