Li Sûdanê hejmara kesên ji ber kolera jiyana xwe ji dest dane zêde dibe

Li Sûdanê ku şerê navxweyî lê berdewam dike, hate ragihdan ku hejmara kesên ku ji ber şewba kolera jiyana xwe ji dest dane gihaye 388 kesan.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tendirûstiyê ya Sûdanê bi daxuyaniyek nivîskî daneyên dawî yên derbarê şewba kolera li welat parve kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şewba kolera ji 18 eyaletên welat belavî 10 eyaletan bûye û destnîşan kir ku hejmara giştî ya bûeran gihaye 12 hezar û 896’an. Diyarkir ku hejmara kesên ku ji ber kolera jiyana xwe ji dest dane giha 388 kesan.

Li welat ji meha hezîranê heta niha ji ber barana bi bandor û lehiyê, rê li ber belavbûna kolera vekir. Rayedaran di 12’ê tebaxê de li welat kolera, weke şewbê îlan kir.