Li Sûdanê bijîjkek jin rastî şîdeta polîsek hat

Rêveberiya Nexweşxaneya Dongolayê ragihand ku bijîjkek wan di dema xebatê de rastî êrîşa polîsek hatiye û tekez kir ji bo parastina rûmeta xebatkarên tenduristiyê ew ê hemû gavên yasayî bavêjin.

Navenda Nûçeyan – Bijîjkeke jin a li Nexweşxaneya Pispor a Dongolayê li bakurê Sûdanê dixebitî, dema ku erkên xwe yên pîşeyî pêk dianî, rastî êrîşa fizîkî û devkî hat. Rêveberiya nexweşxaneyê, bi daxuyaniyeke der barê bijîjka ku di êrîşê de birîndar bûbû de, ragihand ku êrîş ji aliyê polîsek ve hatiye kirin.

Rêveberiya nexweşxaneyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku pîroziya saziyên tenduristiyê hatiye binpêkirin û êrîşa li ser xebatkarên tenduristiyê nayê qebûlkirin.

Parastina bijîjk û pisporên tendirustiyê berpirsyariyeke hevpar e

Rêveberiya nexweşxaneyê, êrîşa li ser xebatkarên tenduristiyê bi tundî şermezar kir û tekez kir ku parastina bijîjk û pisporên tenduristiyê berpirsiyariyeke hevpar e. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şîdeta li dijî xebatkarên tenduristiyê hem ewlehiya karmendan, hem jî aramiya xizmetên tenduristiyê yên ku ji gel re têne kirin tehdît dike.

Rêveberiya nexweşxaneyê diyar kir ku ew pêvajoya der barê bûyerê de bi riya saziyên pêwendîdar dişopînin û wê gavên pêwîst bavêjin da ku edalet pêk were. Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku dê hemû prosedurên yasayî yên pêwîst li dijî kesên têkildar werin meşandin da ku maf û rûmeta xebatkarên tenduristiyê were parastin.