‘Li Sûdanê 3 milyon zarokên keç bi tundiya zayendî re rû bi rû ne’
Rêxistina Save the Children ragihand ku li Sûdanê 3,2 mîlyon zarokên keç ên ji ber şer koçber bûne di bin xetereya tundiya zayendî, destavêtin û zewaca zû an jî bi zorê de ne, ji ber ku şer li welêt berdewam dike.
Navenda Nûçeyan – Li Sûdana ku pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RFS) de didomin jin û zarok bi destavêtin û tundiya, aliyên şer re rûbirû ne û ev yek fikarên rêxistinên navdewletî û herêmî zêde dike.
Save the Children di rapora xwe ya roja Çarşemê (30ê Cotmehê) de tirsa ku 3.2 milyon zarokên keç ên ên ji cih û warê xwe bûne û bi tundiya zayendî, destavêtin an zewaca zû yan bi zorê re rûbirû ne, eşkere kir.
Li gorî rapora dawî ya Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) di 29ê Cotmehê de, ji destpêka şer û vir ve 11 milyon kes li her 18 eyalet û 9 hezar û 470 herêmên Sûdanê koçber bûne û li 184 herêmên cuda yên Sûdanê belav bûne.
Hat diyarkirin ku li herêmê ji 11 milyon kesên koçber bûne 5,8 milyon zarokên di bin 18 salî de ne, 2,8 milyon jî zarokên di bin 5 salî de ne. Di raporê de wiha hat gotin; "Zarokên koçberbûyî ji pêdiviyên jiyanê yên bingehîn ên weke derzîlêdana tenduristiyê, ava paqij û xwarinê, lênêrîna tenduristî û stargehê bêpar in. Her wiha li herêmên ku ewlekarî li wan nayê dabînkirin, zarok di bin tehdîdê de ne ango parastina wan tune ye."
Di berdewamiya rapora Save the Children de ku roja 30’yê Cotmehê hat weşandin, amarên rewşa jiyana zarokên koçber hatine dayîn. Li gorî van amaran; nîvê zarokên ku ji ber şerê berdewam bêwar mane ji sedî 18 li kampan dijîn, ji sedî 16 niştecihên ne fermî yan li derve dijîn û sedî 9 li dibistan an avahiyên giştî dijîn.
Zêdetir jin û zarokên keç rastî tundiyê tên û ji cih û warê xwe dibin
Di raporê de hat diyarkirin ku kesên yekem ji ber tundiya li Sûdanê malên xwe terikandine bi giştî jin û zarok in, jin û zarokên li kampan hatine bicihkirin bi gelek bûyeran re rû bi rû dimînin.
Her wiha hatiye diyarkirin ku di çend rojên dawî de 10 zarok hatine kuştin û 43 zarok jî birîndar bûne. Di êrîşên Hêzên Piştgiriya Lezgîn ên hefteya borî de li ser gund û herêmên parêzgeha Gezîra, gelek zarokên keç ên temenê wan 13 salî rastî destavêtinê hatin û tundiya zayendî li wan hat kirin."
Di dawiya raporê de de hat diyarkirin ku rewşa Sûdanê her diçe ji kontrolê derdikeve û ji ber kuştin, tundî û koçberiyê gelek kes di bin metirsiyê de ne.