11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li Dilruba Kayserîlîoglu hat birîn

Dîlruba Kayserîlîoglu ku di hevpeyvîna xwe ya kolanan de rexne li hikûmetê girtibû, 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn. Dilruba Kayserilioğlu got: "Heta ku hiqûq li cem me be dê hewildanên me bidomin."

Îzmîr- Dîlruba Kayserîlîoglu ku di roportaja kolanê de rexne kiribû, hat darizandin û cezayê girtîgehê lê hat birîn. Dîlrubayê der barê biryarê de got : “Ez ne poşmanim, bila her kes biaxive.”

Li Îzmîrê jina bi navê Dîlruba Kayserîlîoglu ji ber gotinên xwe yên  di roportaja kolanê de  ji sûcê ‘gel tahrîkê kîn û dijminahiyê dike’ 12’ê tebaxê de hat girtin, 17 rojan şûnde hat tahliyekirin. Ji doza ku Dîlruba dihat darizandin biryar derket.  

Runiştin li 62’emîn dadgeha ceza Asliyeyê ya Îzmîr a Bayrakliyê hat dîtin. Dîlruba Kayserîlîoglu û parêzerên xwe tevli bûn. Piştî navber dan runiştinê biryar aşkerakirin. Dadgehê ji ‘heqeret li serokomar kiriye’ 11 meh 20 roj cezayê girtîghê da Dîlruba Kayserîlîoglu û qedexeya derketina derve hat rakirin.

Dîlruba Kayserîlîoglu piştî dozê axivî û da zanîn ku ew di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de axiviye û got: “Ez ne poşmanim. Bila her kes biaxive.”