Li Sûdanê 3,2 mîlyon zarok di bin xetereya kêmxwarinê de ne
UNICEF’ê hişyarî da ku îsal li Sûdanê 3,2 milyon zarokên di bin 5 saliyê de di bin xetera kêmxwarinê de ne. Her wiha hat ragihandin ku li 17 herêmên rojava û navîn ên welat di bin xetera birçîbûnê de ne.
Navenda Nûçeyan - Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) daxuyaniyek da û bal kişand ser bandora xerab a pevçûnên ku li welatê Afrîkaya Rojhilat Sûdanê li ser zarokan berdewam dikin.
Berpirsa Parêzvanî û Ragihandinê ya UNICEFê ya Sûdanê, Eva Hinds diyar kir ku di sala 2024’an de 3,2 milyon zarokên di bin pênc saliyê de di bin xetereya kêmxwarinê de ne.
Eva Hinds diyar kir ku ji van zarokan nêzî 772 hezar kes di bin xetereya kêmxwariniya giran a tûj de ne û rewş bi kurtasî wiha ani ser ziman: "Ev şiklê kêmxwarinê yê herî kujer e."
Li gorî UNICEF, sedemên bingehîn ên kêmxwariniya tûj li Sûdanê gihîştina tixûbdar a lênihêrîna bijîjkî û ava vexwarinê ya paqij, nebûna paqijiyê, pratîkên nebaş ên xwarinê û bêbaweriya xwarinê ya berbelav e. Li welat bi taybetî pitik, zarok û jin di nav komên ku herî zêde ji van şert û mercên neyînî bandor dibin in.
Li 17 herêman metirsiya birçîbûnê heye
Li gorî rapora sîstema Tesnîfkirina Ewlehiya Xwarinê (IPC) ya Neteweyên Yekbûyî, 5 herêmên Sûdanê niha bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Rapor pêşbînî dike ku xelayî heta meha Gulanê li 5 deverên nû li rojavayê herêma Darfur belav bibe. Li 17 herêmên rojava û navendî yên welat jî di bin tehdîda birçîbûnê de ne.
Eva Hinds diyar kir ku li Sûdana ku pevçûn lê didomin, gihandina alîkariyên mirovî xwedî girîngiyek krîtîk e. Eva Hinds got: "Eger gihandina mirovahî ya yekser û bê asteng neyê misoger kirin û destwerdanên pir beşan neyên zêdekirin, qeyrana bêxwarinê li van herêman dê hîn kûrtir bibe."
Sûdan 20 meh in di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDK) de di bin bandora pevçûnên tund de ye. Di vî şerî de bi deh hezaran mirov mirin, 12 mîlyon mirov koçber bûn û welat ber bi xelayê ve bir.