Li Stenbolê jinan qedexeyan nas nekir – ÇAVDÊRÎ
Di 25’ê Mijdarê de jinan qedexeyan derbas kirin û bi hemu rengên xwe li Stenbolê daketin qadan. Ruxmê astengiyan jî jinan daxwazên xwe li kolanan bi dengekî bilind berz kirin.
Z. PINAR EROL
Stenbol – Di roja 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan de, jin li gelek welatên cîhanê bi protestoyan li qadan bûn. Li Tirkiyeyê jî careke din ev roj bi qedexeyan di rojevê de bû.
Li Stenbolê ji bo 25’ê mehê bang hat kirin, polîsên Stenbolê hema bibêje bi hemû hêza xwe li wir bûn. Lê ev hemû hêza polîsan nikaribû pêşî li serhildana jinan a li dijî tundiyê bigre.
Hê di saetên nîvroyê de riya derketina Beyogluyê ya Tunelê ku weke cihê kombûnê hatibû ragihandin ji aliyê polîsan ve hat girtin û bi temamî hat dorpêçkirin. Bê hejmar wesayîdên binçavkirinê, TOMA, VW, amîr, plakayên kesk û 06 li derdora Tunelê digeriyan, hemû teşkîlatên emniyetê weke ku xwe ji dijminek re amade bikin ketibûn tevgerê. Metro ji saet 15:00’an ve careke din li stasyona nêzî vê xalê bênavber wê seferên xwe bikira.
Xwendekar şandin malê
Xwendekarên li hemû dibistananên navçeyên Beyogloyê, nîvro di saet 12:30’an de şandin malê û ev ji malbatan re roj ragihand. Şev dema saeta çalakiyê nêz bû, polîsan ewil, li hemberî qutkirina riyan, komek biçûk a jinan ku dikarin biçin Cadeya Îstîklalê mudaxele kir. Li Cadeyê piştî demek li ser destpêkirina meşê di navbera komê û polîsan de pevçûn derket.
Êrişî jinan kirin
Jin ji bo bigihîjin komên din ên ku ber bi Karakoyê ve diçûn, li Cadeya Îstîklalê dema xwestin biçin aliyê çepê, polîs bi îsrar bû wan ji aliyê çepê yê cadeyê derbixin. Piştî nîqaşan, polîsan ji ber ku jinan qebûl nekir ji aliyê çepê derbikevin gotina ‘Em bêdeng nabin, natirsin, îtaet nakin’ û piştre dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hincet nîşan dan, komê belav kirin û binçavkirin.
Sekretera jinan a Haber-Sen Gulseren Gungordu li wê derê, li hemberî tiştên polîsan kirin berteka xwe anî ziman û got: “Hêzên ewlekariyê ku divê jinan biparêzin, dengê wan qut dikin û wan derb dikin, di 25’ê Mijdarê de hewl dide wan bêdeng bike. Em li gel hevalên xwe yên jin hatin ba hev, dema me hewl da em bi hevalên xwe yên jin re werin ba hev, em hatin astengkirin. Em darb kirin û di kolanê de em xişkandin derxistin. Havalên me binçav kirin.”
‘Dema hemû rê hatin girtin xalên cuda yên hatina ba hev hatin diyarkirin’
Piştre li Cadeya Îstîklalê li gel jinên ku bi vî awayî hatin derxistin li Şîşhaneyê zivîrîn ji riyên dirêj em hatin Kadikoyê. Li Stenbolê ev bi salan e bi taybetî di 8’ê Adarê û 25’ê Mijdaran de di çalakiyên jinan de polîs hemû riyên diçin navenda digrin lê jin astengiyan derbas dikin û di hatina ba hev de pispor bûne. Dema Tunel û Cadeya Îstîklalê hat dorpêçkirin, jinan qada çalakiyê weke Karakoy diyar kir. Di encamê de komek jin li qada Îskele ya Karakoyê hatin ba hev û li vê derê bi ser xistin pankart vekirin û daxuyaniya çapemeniyê dan.
Pêşiya komeke din jî di destpêka Yuksek Kaldirim de hatiye girtin. Derdora wan bi dorpêşa polîsan hat girtin û çapemenî ji wir hat dûrxistin. Lê belê ji derveyî çembera polîsan jî jin kom dibin û ji derveyî çemberê heta saeta dawiyê vedigerin qada çalakiyê.
Jinan bertek nîşan da
Jina bi navê Asiye divê xalê de jinên ku girtine çemberê, ji bo nêzbûna jinan asteng bike polîsên hatine, bi xwe protestiya xwe ya şexsî dike. Bi laçika spî ya li serê wê, Asiye bi tenê li hemberî polîsan rawestiyabû û berteka xwe nîşan dida, em hîn bûn ji E senlerê hatiye. Anî ziman ku beriya rojekê beşdarî protestoyên li dijî qeyûmê li Esenler hatiye bicihkirin bûye û got: “Polîsan li wê derê jî asteng kirin û nehiştin em daxuyaniyê li qadê bidin.”
Di vê xalê de hejmarek zêde ya turîstan ku hewl dida ji otelên xwe vegerin bi mereq li wan temaşe dikir, polîsan demek dirêj kes binçav nekir, ew hişkatiya ku em li bendê ne nîşan nedan bala me kişand. Di nava bi dehan wesayîdên polîsan ên li cadeyê derbas dibûn de, wesayîda polîsên turîzmê ket ber çavên me.
Ev kom ji bo koma ku li qada îskeleyê daxuyanî bide bên ba hev, hevdîtinên ku demek dirêj bi polîsan re da meşandin encam negirt. Di saetên derbasbûyî de polîsên ku mudaxele dikirin, beşek komê xistin binçavan. Di encamê de di 25’ê Mijdarê de hezaran polîsên ku hatibûn peywirdarkirin ne qedexeya çalakiyê hate pêkanîn ne jî di destpêkê de qedexeya dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’… Jinan di navenda bajar de bi ser xist ku bi dirûşmên xwe bi hev re qîriyan.
Jinên beşdarî çalakiyan bûne çi dibêjin?
Beriya saeta çalakiyê ji ber ketina cihê hevdîtinê hat astengkirin, komê di kolanên derdorê de hewl da li hev kom bibin. Em jî li van kolanan geriyan di nava wan de bi hinekan re em diaxivîn. Me pirsên; çima di 25’ê Mijdarê de li kolanan in? Der barê qedexekirina dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî,’ dorpêça polîsan de çi difikirin, ji wan kir.
Lara bi gotina ‘di 25’ê Mijdarê de sedema hatina me ya vê derê tundiya li dijî jinan e’ dest bi axaftina xwe kir û wiha got:
“Tenê ne fizîkî, tundiya psîkolojîk û zayendî heye. Ji ber jin in û xwedî nasnameya jinê sîstema patriyarkal ku me dixe zorê ye. Ji ber li cihekî ku zextê li me dike, em ê her dem li kolanan dengê xwe bilind bikin. Her dem herî zêde li kolanan li me didin. Lê belê kolan ên me ne, her çendî hewl bidin me bitirsînin, em gav şûnde navêjin. Ger em werin dorpêça polîsan, bi rastî dewlet dewletiya xwe dike. Lê belê em weke jin wê nas nekin. Ev mekanîzmayeke zextê ye lê belê em ê her dem li dijî vê zextê derbikevin. Cudakariya li dijî dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ tê kirin, qedexeyek ku ji polîtîkayên tepisandinê û zextê derketiye. Hem jî bi rastî li dijî nasnameya jinan e. Li gelek cihên cîhanê em li Hindistanê dibînin, em li Emerîkayê dibînin li hemû cîhanê dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ li Tirkiyeyê bi vî awayî qedexekirin hem zextek li dijî tevgera azadiya jinan e, hem jî zextek li dijî Kurdan bû. Ji ber dema bi Tirkî tê avêtin ev dirûşm tiştek jê re nabin, dema bi Kurdî tê avêtin qedexe danîna ser bi temamî berhemên nijadperestiyê ye.”
‘Ji bo parastina nasnameya xwe em li vê derê ne’
Filîza ku beşdarî çalakiyê bûye wiha got: “Di 25’ê mijdarê de ji bo em parastina ked, beden û nasnameya xwe bikin em hatin vê derê. Sîstema Patriyarkal di her warî de jiyanê li jinan teng dike. Li kolan, mal û her cihî her dem di serî de ji aliyê mêrê nêzî me ve û li kolanê jî heta tundiya dewletê em rastî tundiyê tên. Ji bo em vê şîdetê rawestînin, ji bo dengê xwe li dijî vê şîdetê derbixin, li kolanan in, em ê li kolanan bin. Dewleta li gorî xwe peywira xwe dike, jixwe em dizanin ev şîdeta mêr e. Bi şîdeta li dijî jinan a ji aliyê dewletê ve hewl didin pêşî li me bigrin, em dernekevin kolanan. Ger em behsa dirûşma Jin Jiyan Azadî bikin; têkiliya vê bi mijara Kurd re heye. Birîna dewletê ye ev. Ev dirûşma ku îro li cîhanê bilind dibe, xwedî nasnameyek e û ji ber a Kurdan e tê qedexekirin. Du aliyên vê hene. Yek, qedexekirina ziman û çanda gelekî ye lê di heman demê de ev tê wateya “Jin, Jiyan Azadî.” Li vê derê ji du aliyan ve zext heye, hem ji ber ku dirûşma neteweyek e hem jî ji bo jinan e.”
‘Bi hêviya hêz û piştgiriyê li vê derê me’
Nûran jî bi gotinên; “Ji ber ku di vê rojê de em rêxistinbûna xwe nîşan didin li vê derê me” diyar dike ku qedexekirina dirûşma Jin, Jiyan, Azadî, çewisandineke polîtîk e û wiha dibêje: “Em şîdeta ku zêde dibe dibînin û ji bo piştgiriyê bidin hev li vê derê ne. Ji ber ku ez hêvî dikim dê ev yek balê bikşîne ku em bi tenê nîn in, ji bo ku hêviya min heye ez ji vê bihevrebûnê hêzê bigrim li vê derê me.”
Ji beşdaran Sevda jî wiha got: “Em ji bo mafên jinan, ji bo têkoşînê li vê derê ne. Salên derbasbûyî li vê derê gelek çalakî hatin lidarxistin û pirsgirêk derneket lê her çû zextan zêde kirin û hewl dan bi sînor bikin. Qedexekirina dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nîşan dide ku hewl didin zexta li ser jinan zêde bikin. Jin, Jiyan Azadî dirûşmek e. Li gorî kê xirab e nizanim. Dibe ku ji ber bi Kurdî ye loma qedexe kirin.”