Li Somaliyê hişkesalî bû sedema koçberbûna bi hezaran kesan

UNHCR ragihand ku hişkesaliya li Somalê, ku di Çileya 2021'an de dest pê kir, bû sedema koçberbûna bi hezaran kesan.

Navenda Nûçeyan - Somalê bûye şahidê serdemek hişkesalî ya dîrokî. Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî û Encumena Penaberan a Norwêcê jimareke bêmînak a koçberbûna li Somalê eşkere kirin û dan zanîn ku ji ber hişkesaliyê zêdetirî 755 hezar kes di hundir de koçber bûne, ku ji destpêka hişkesaliyê di Çileyê 2021'an de jimare gihaşt milyonek.

Nûnera UNHCR li Somalê Magati Jesse wiha got: "Civakên xizan ên herî zêde ji bandora krîza avhewayê bandor dibin. Rewşa li Somalê yek ji wan rewşan bû ku berî vê qeyrana paşîn a herî kêm fînanse bû. Digel ku em her tiştê ku ji destê me tê dikin da ku di warê mirovahî de bersivê bidin, çavkaniyên me bi tenê ne bes in. Divê civaka navneteweyî ji bo rizgarkirina jiyanan û piştgiriya vê bersiva mirovahî hewldanên xwe zêde bike."

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, tê pêşbînîkirin ku di mehên pêş de hejmara kesên ku li Somalê bi astên krîzê yên birçîbûnê re rû bi rû ne ji dora pênc mîlyonan bibe zêdetirî heft mîlyonî.