Li Sirînê komkujî: 2 jê zarok 3 kes hat qetilkirin, 5 kes birîndar bû
Dewleta Tirk li gundê Mesreb ê bajarê Sirînê maleke sivîlan bombebaran kir û komkujiyek pêk anî. Di encamê de 2 jê zarok 3 kesên ji heman malbatê hatin qetilkirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan – Saet 18:00’an vê êvarê balafirên şer ên dewleta Tirk li gundê Mesreb ê bajarê Sirînê yê kantona Firatê maleke sivîlan bombebaran kir. Di encamê de bav û 2 zarokên xwe jiyana xwe ji dest dan.
Di encama êrişa balafirên şer de di nav de 2 zarok bi giştî 3 kes şehîd bûn. Her wiha 5 kes jî ji heman malbatê tevî dayikan birîndar bûn.
Navên şehîdan wiha ne: Îsmalîl Hisên Mustefa (37), Fatme Îsmaîl Mustefa (12), Aşye Îsmaîl Mustefa (13).
Navên birîndaran jî wiha ye: Hisên Îsmalî Mustefa (10), Xilûd Îsmaîl Mustefa (8), Elî Îsmalî Mustefa (2) û Behriye Îsmal Mustefa (1) û Îman Îsmaîl Mustefa (5).