Li Mexmûrê li ser pergala hevserokatiyê komxebat
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, bi mijara pergala hevserokatiyê komxebatek hate li dar xistin. Di komxebatê de ji bo xurtkirina pergala hevserokatiyê riyên çareseriyê hatin nîqaşkirin.
Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) piştî ku di bin pêşengtiya Meclîsa Îştar de zêdetirê du mehan bi beşdariya endam, rêvebir û hevserokên sazî û meclîsan, der barê 3 mijarên li ser pergala hevserokatî atolyeyan hatin li dar xistin, îro bi dirûşmeya ‘Edalet û Wekheviya Civakê Tenê Bi Xurtkirina Pergala Hevserokatiyê re Gengaz Dibe’ bi mijara pergala hevserokatiyê komxebatek hate li dar xistin.
Salona komxebatê, bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşengên jin û bi pankartên bi nivîsa ‘Mafê Me Ye, Em Pergala Ku Me Dikuje Hilweşînin’ hatibû xemilandin. Komxebat ji aliyê Endama Koordinasyona Meclîsa Îştar Qîmet Kilinç ve hate rêvebirin. Komxebat bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê ji aliyê Qîmet Kilinç ve hate kirin.
‘Armanca me azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye’
Qîmet Kilinç, diyar kir ku rojeva wan a sereke rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha axivî: “Em di pêvajoyek pir girîng û hesas de derbas dibin. Pêvajoya ku em dijîn di her kêliyê de tê guhertin. Rojeva me ya sereke rewşa Rêbertî ye. Rêbertî 26 sal in di bin tecrîdek giran de ye. Piştî 44 mehan bi têkoşîn û berxwedaniya Rêbertî û gelê Kurd hevdîtin pêkhat. Ev yek cihê keyfxweşiyê ye. Lê wek gelê Kurd armanca me azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Hemû kes dizane ku çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn Rêber Apo ye.”
Qîmet Kilinç, balkişand li ser êrişên dewleta Tirk û wiha axivî: “Li seranserê Kurdistanê û bi taybetî li Rojavayê û çiyayên Kurdistanê şerek dijwar tê meşandin. Armanca êrişan tûnekirina gelê Kurd e. Hêzên desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe hemû cure êrişan pêktînin. Lê li hemû qadan têkoşîn û berxwedana gelê Kurd didome. Di pêvajoyek wiha de li dijî tevahî êrişên li ser deskeftiyên gelê Kurd, pêkanîna komxebetek bivî awayî cihê keyfxweşiyê ye.”
Piştî axaftina vekirinê, persektifên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin.
Di komxebatê de sê mijarên sernavên; “Di dirok û cîhanê de şêwazên rêveberiyên hevserokatî, hevberdevkî û nûnertiya wekhev”, “Di bîrdozî û paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê de hişmendî û pergala hevserokatî û hevberdevkî”, “Di civaka Mexmûr de ezmûnên xwerêveberiyê yên hevserok, hevberdevk û nûnertiya wekhev” hatin pêşkêşkirin û nîqaşkirin.
Piştî nirxandinan encamnameya ku ji bo komxebatê hatibû amadekirin ji aliyê Endama Rêveberiya Akademiya Şehîd Jiyan Dilşîn Kara ve hate xwendin.
Encamnameya komxebata pergala hevserokatiyê wiha ye:
“Weke Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî bi amadebûna nûnerên tevahî sazî û komîteyan, di dîroka 11’ê Çile ya 2025’an de me komxebata hevserokatiyê bi dirûşmeya “Edalet û Wekheviya Civakî, Tenê Bi Xurtkirina Pergala Hevserokatiyê Gengaz Dibe” lidarxist. Bi pêşengiya Meclîsa Îştar, komîteya hilbijartî û komîsyonên hatine diyarkirin ve, zêdetirî 2 mehan xebat hatin meşandin. Li ser vî bingehî û mijarên bêne pêşkêşkirin, civîn ji bo tevahî sazî û komîteyên giştî û xweser hatin lidarxistin.
Di komxebata ku rojekî berdewam kir de, destpêkê persperktîfên Rêber Apo hatin xwendin û di ronahiya van de her 3 komîsyonan mijarên xwe, bi pêkhateyê re parve kirin. Mijarên hatin pêşkêşkirin bi vî awayî bûn;
*Di dîrok û cîhanê de ezmûnên hevserokatiyê û encamên divê bêne wergirtin.
*Di paradîgma û pergala Rêber Apo de wateya hevserokatiyê, gav û qonaxên Rêbertî avêtine û bi vê bingehê avakiriye, hem di nava pergala xwerêveberî û hem jî di qada hevjiyanê de erkên divê bêne pêkanîn.
*Di şênberiya Wargehê de qonax û ezmûnên di pergala hevserokatî de hatine jiyankirin, ferasetên li hemberî hevserokatî û hevjiyana azad têne jiyankirin û ji bo derbaskirina van têkoşîna divê bê meşandin.
Em ji dîrokê dizanin, jiyaneke civakî ya derveyî pergala desthilatdarî hertim hebûye. Raste perçebûn ketiye navbera jin û zilam, mirov û xweza, civak û vînê. Lê ya rastî ti carî jin û civakan di nava pencên pergala desthilatdar, zayendperestî û zordar de jiyankirinê ji bo xwe nepejirandine. Lewma ji desthilatdariya destpêkê ya di dîrokê de, heta niha berxwedana civak û jinan jî her hebûye û lêgerîna xwe ya vegera heqîqetê domandine. Weke di komxebatê de jî hate nirxandin, ji têkoşîna xweda û xwedavandan, heta di nava ol, felsefe, zanist û şerên rizgariya netewî de jî ev lêgerîn berdewam kiriye. Weke civaka Apoyî em şopdarê vê heqîqeta civakî ne. Her tişt ji me destpênekiriye, em ne navendin, lê bi têkoşîna xwe me kariye xetmandin û sedemên wendakirina wan jî heta astekî em derbas bikin.
Di xurttirkirina vê de jî em xwedî biryar in. Lewma di paradîgma û pergala Rêbertî de ji bo gihaştina pergala hevserokatiyê û hevjiyana azad têkoşînên hatine meşandin, qonaxên hatine jiyankirin, gav bi gav hatin nirxandin. Ango kurte dîrokek têkoşîna azadiyê hate pêşkêşkirin. Di ronahiya van de wateya rasteqîn a wekvehî, adalet û azadiya jin, xweza û civakê hate nirxandin.
Bi bîryardariya di paradîgma û pergala Rêber Apo de, weke wargeh em xwedî têkoşîneke bi wate û berhemdar in. Em li ku dibin bila bibin, weke gelê Rêber Apo, em xwedî vîn û rêveberiya xwe ne û di divê de jî bi pêşengiya jin, em xwedî ezmûnên mezin in. Yekem car di sala 2014 di şaraveniya gel û 2015’an jî di meclîsa gel de pergala hevserokatiyê li wargehê hate pêkanîn. Pergal bandor li hişmendiyê dike, hişmendî jî dihêle li gorî vê pergal herîkbar bibe. Pêwîstî bi bilindkirina têkoşîna li dijî zayendperestiyê heye. Bi hevjiyana azad em dikarin pergala hevserokatiyê hîn xurttir bikin. Li dijî şoreşa civakî, pergalek zindî û herîkbar, astenga herî mezin cardin hişmendiya desthilatdariya me di xwe de dest nedayiyê ye. Me di komxebata xwe de van ferasetên li dijî azadiyê di şênberiya Wargehê de bi berfirehî nirxand û li hemberî vê bîyardariya bilindkirina têkoşînê bi hev re parvekir.
‘Em ê bi erkên xwe yên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û xurtkirina pergalê rabin’
Di pêvajoyeke her kelî serûbinbûnên pir mezin û lez tê jiyankirin de, li darxistina vê komxebatê xwedî girîngiyek mezin e. Di nava şer û aloziyên dijwar de modela netewa demokratîk a Rêber Apo alternatîfa çareseriyê ye. Rêberê me nûnerê paradîgma û pergaleke wekhev, demokratîk û azad e. Şert û mercên Rêber APO di navê de tê girtin ji bo şikandina vê vînê ye. Êrîşên li heremên parastina Medya yên li ser gerîlla, şerê nêzîkî du mehê yê li Rojavayê Kurdistan û bi taybet li bendava Tişrînê, hedefkirina pêşengên gel û bi taybet jî yên li ser jinan, qayyumên avêtin ser şarevaniyên bakurê Kurdistanê, tev êrîşên pergala desthilatdar, faşîst û berjewendîperest in. Îro li çiyayên Kurdistanê jiyana azad tê parastin. Li Rojava li bendava Tişrînê şerê du pergalan bi dijwarî berdewam dike. Cihê di dîrokê de me lê wenda kiriye, îro li heman waran em di pergala xwe de israr dikin. Xwerêveberiyek wekhev, adil û demokratîk a bi rengê tevahî civakan û bi taybet jî bi pêşengiya jin xetta me ya sor e. Emê jî di vê de israr bikin, li hemberî ferasetên xwe yên şaş û qlasîk têbikoşin û bi berxwedana xwe, destê Rêbertî û parêzvanên Kurdistanê xurt bikin. Ji bo vê jî bi emê bi erkên xwe yên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û xurtkirina pergalê yên pêvajoyê rabin.”
Komxebat, piştî xwendina encamnameyê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.