Li Sîne çalakiya 1’ê Gulanê

Mamoste û karkerên ku îro cara 13’emîn qada dagirtin, 1’ê Gulanê jî pîroz kirin û daxwazên xwe yên ji bo guhertina duzena mêtîngeriyê qîriyan.

Sîne- Karkerên ku li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê daketin qadan, peyama “Yekitî û têkoşînê” dan. Kedkaran bi taybet xebatkarên perwerdeyê yên ku bi boneya 1’ê Gulanê daketin qadan banga mezinkirina “Têkoşîn, yekîtî û hevgirtinê” kirin û bi mîtîngekê peyamên xwe ragihandin. Îro jî 13’emîn civîna kedkarên perwerdeyê bi qîrîna daxwazan pêk hat.

Li gel dirûşmeyên ji bo azadiya karker, sendîkavan û mamosteyên girtî dirûşmeyên bi buneya 1’ê Gulanê jî hatin bilind kirin. Firehkirina qadên xebatê, mafê xwe bidestxistin û bidawîkirina zextan jî di nava daxwazan de bûn.

Mîtîng bi dirûşme û gernadina govendê bi dawî bû.