“Em ê li hemberî şerê qirkirina Kurdan bisekinin”
Dayikên Gerila yê Qamişlo bi daxuyaniyekî çapemeniyê êrîşên dewleta tirk li hember axa Başurê Kurdistanê şermezar kirin.
Qamişlo- Dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê di 17’ê Nîsanê de êrîşî axa Başurê Kurdistanê kir û heta niha jî êrîş bi awayekî dijwar dewam dike. Li dijî wan êrîşan, gelê Kurd li her aliyên Kurdistanê li ser piyanin û di nava çalakiyan de ne. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî gelek çalakiyên mezin li dar xistin. Dayikên şehîdan û gerila yên ku zarokên wan parastina axa Başurê Kurdistanê dikin, bi daxuyaniyekî çapemeniyê pişgiriya zarokên xwe kirin û êrîşên dewleta tirk li dijî axa Başurê Kurdistanê şermezar kirin. Daxuyanî li goristan pakrewan Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo bi tevlîbûna bi dehan dayikan hate dayîn.
“Ev der Kurdistane, dîrok, çand û xaka me ye”
Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Vînda El-Hac ve hate xwendin wiha ye: “Em wek dayikên şehîdan û gerila ev şerê ku dewleta tirk û alîgirê wî li hember axa Başurê Kurdistanê dimeşîne û ev êrîş bi awayekî tund li ber çavê cîhanê pêk tê em şermez dikin. Mixabin bêdengiyek kûr heye û îxaneta PDK’ê bi rêveberiya Mala Berzanî weke şerekî bêexlaq em bi nav dikin. Banga me ji bo dayikên Gerîlla û şehîdan li Başur û Bakurê Kurdistanê re heye ku dakevin qadan û vê bêexlaqî û îxanetê şermezar û nelet bikin. Divê dayikên Gerîlla piştgiriya zarokên xwe bikin, ji ber ku em li hemberî şerê qirkirina kurdan bisekinin. Di serî de gelê Başurê Kurdistanê û dayikên ku zarokên wan pêşmergeya Roj in nekevin nav vê pilana qirêj û tevlî îxanetê nebin. Ev der Kurdistane, xak, dîrok û çanda me ye. Gerîllayên me vê xakê bi xwîna xwe parastine, ji bo gelê xwe şer dikin û li ber xwe didin. Em ê her li pişta şervan û zarokên xwe bin. Serkeftin ya me û zarokên meye. Em ê hêza xwe xurt bikin û zarokên me wê dagirkeriyê hilweşînin û faşîzmê têk bibin. Ji bo mirovatî û serkeftinê dê Gerîlla li axa Başurê Kurdistanê bi ser bikeve.”
“Em êrîşên ku li dijî zarokên me pêk tên qebûl nakin”
Dayika şehîd Tolhildan Raman, Ayşen Osman Temir êrîşên dewleta tirk li dijî axa Başurê Kurdistanê şermezar kir û wiha got: “Ez dayika Tolhildan Raman ku par PDK’ê li Xelîfanê şehîd ketibû. Me demek dirêj da ku ji bo cenazeya keça xwe bigirin, li Sêmalka çalakî li dar xist. Em heta niha jî doza cenazeya xwe dikin. Îro cardin dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê êrîşî zarokên me yên li axa Başurê Kurdistanê dikin, em vê yekê şermezar dikin. Em êrîşa ku li dijî zarokên me pêk tên qebûl nakin. PDK’ê birayê me bû, lê ew êrîşên me dikin. Em ê her li pey Gerîlayên xwe bin, ji ber serkeftin ya gelê kurd e.”
“Heta serkeftinê bi dest bixin, em ê li ber xwe bidin”
Dayika şehîd Cemşîd, Delal Resûl jî helwesta xwe ya li hemberî êrîşan wiha anî ziman: “Îro dewleta tirk û PDK’ê bi hevkariya xwe êrîşî axa me dikin, em jî îro li vir kombûne ku wek dayika şehîd, Gerîla û aşitiyê vê êrîşî qebûl nakin. Em wek gel dixwazin yekîtî ava bikin, lê PDK’ê êrîşî kurdan dike. Em naxwazin xwîna kurdan bi destê kurdan were rijandin. Bila Erdogan û PDK’ê baş bizanibin ku çiqas êrîşî me jî bike, li ser nakevin û em ê ser bikevin. Em ê heta serkeftin bi dest bixin em ê li ber xwe bidin. Em êrîşên dewleta tirk natirsin. Bijî berxwedana Gerîla, şehîd namirin.”