Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê cejnê bi serdana goristanan despêkir

Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hemû cejin û minasebe bi serdana goristanan despêdikin. Bi ronîbûna berbangê re despêkê cejna remezanê bi serdana goristanan despêkir.

Navenda Nûçeyan – Ji cejnên netewî heta yên olî pêkhateyên Bakur û Rojhilatên Sûriyê hemû di hemû cejin û munasebeyan berê xwe didin goristanan û ji wê despêdikin.  Her sal cejna remezanê û qurbanê êvaran li ser goristanan findan vêdixin û roja dinê jî bi berbanga sibê re diçin serdana goristanê. Despêkê cejna wan pîroz dikin, paşê cejna hev pîroz dikin û paşê jî ji wê berê xwe didin nava malan.

Kobanê

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di her d cejinê de beriya her tiştî serdana goristanên şehîdan dikin. Di vê çarçoveyê de ji serê vê sibehê şêniyên kantona Kobanê berê xwe didin goristana şehîd Dicle, gorên cangoriyên komkujiya 25 Hezîranê ya li bajar  gundê Berxbotanê.

"Em hêz û baweriya xwe ji şehîdan digirin"

Şemse Mihemed Tahir bi wesîleya cejinê helwesta xwe ya li hember êrîşên dewleta tirk wiha bilêv kir: "Me ji vê sibehê de weke dayîk, hevjîn û zarokên şehîdan berê xwe da goristanê û em cejna zarokên xwe yên şehîd pîroz dikin. Em bi zarokên xwe gelek kêfxweşin û em tu carî jî pêşmaniyê jiyan nakin. Em ji goristana şehîd Dicle û bi munasebeta cejna Remezanê ji dewleta tirk re dibêjin, Tirk ji destpêka dîrokê de bi Kurdan re dijminatiyê dimeşîne. Lê ev deh salin ku bi rengkî fermî êrîşên xwe dijwar kiriye. Dewleta tirk dixweze fermana tevahî Kurdan pêk bîne, ne tenê ya parçeyekî angor eşîrekê. Ji ber vê divê ku ew aliyên hevkariyê bi dewleta tirk re dikin, baş bihzirin. Vîna me bi van êrîşan naşke, ji ber ku em hêz û baweriya xwe ji kesên di van goran de digirin. Me heta niha serê xwe ji tu kesî netewand û em natewînin jî, emê li pey zarok û şoreşgerên xwe bin."

"Tirkên ku xwe misliman nîşan didin, bajarê me dagirkirin"

Zelîx Reşîd Îbaş jî got: "Me serdana tevahî şehîdên xwe kir, lê min bi taybet cejna şehîdên me yên Efrînê kir ji ber ku hilma axa Efrînê ji wan tê. Ez bi bawerî û hêviya vegera li Efrînê vê cejinê li Rêber Apo û tevahî şehîdan pîroz dikim. Îslametî di dil û cewherê mirovan de ye, ne kiraseke ku mirov li xwe bike û hemû xirabiyan jî di bin de bike. Dewleta tirk jî dibêje Xwedî mezin e û serê însanan jê dike, ji ber vê wan dilê me ji vî navî jî reş dikin. Mirov dema ku dibêje Xwedayê yezdan, tê wateya rehm, wijdan, rûmet, dilnizmaî, hezkirin, edalet û hwd ne. Ev çend salin em ji ber dagirkeriya dewleta tirk ku xwe weke misliman nîşan dide, cejinê li derveyî axa xwe pîroz dikin. Xwedî dilê wan reş bike û hemû xirabiyên ku dikin li ser wan de vegerin."   

Qamişlo

Welatiyên Qamişlo duh şev bi boneya cejinê, serdana goristanê kirin û li ser gorên zarokên xwe find vedan. Îro jî hin roj derneket ava, bi hezaran gel li hemû dewerên Qamişlo berê xwe da goristana Delîl Saroxan, cejina hevdu pîroz kirin û şekir li ser gorên zarokên xwe belav kirin.

Til Temir

Welatiyên Til Temirê jî bi wesîleya cejna remezanê duh êvarî berê xwe dan Goristana Şehîdên Til Temirê û li ber serê her zarokek xwe findek vêxistin. Îro jî bi berbanga sibê re carekdin berê xwe dan goristanê û ji wê dest bi pîrozbahiya cejnê kirin.

Şehba

Welatiyên Efrîn û Şehbayê jî li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehreza girêdayî kantona Şehbayê di seatên êvarê de find vêxistin. Serê sibê jî welatiyên herêmê bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan bi kulîlkên reng a reng berê xwe dan goristanê û serdana zarokên xwe yên ku canê xwe ji bo parastina rûmeta welatê xwe feda kirin e kirin.