Li Sêrtê proje nîvco man: Qeyûm ne ji bo xizmetê ji bo rantê hat
Li Şaredariya Sêrtê ku qeyûm hat tayînkirin, gelek xebat û proje di nîvî de man. Endamên Meclîsa Şaredariyê diyar kirin ku di nava zehmetiyan de 10 mehan ji gel re xizmet kirine û gotin: "Qeyûm ne ji bo xizmetê, dîsa ji bo rant û talankirinê hatiye."
MEDİNE MAMEDOĞLU
Sêrt- Piştî ku Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê rastî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat, bi fermana Wezareta Karên Hundir a Tirkiyê qeyûm dan ser Şaredariya Sêrtê. Gelê bajarê ku 2 serdeman ji aliyê qeyûm ve dihat birêvebirin, li hember biryarê çûn ber şaredariyê û dest bi çalakiyê kirin.
Qeyûmê yekem di Mijdara 2016’an de, qeyûmê duyemîn jî di Gulana 2020’an de ji bo Şaredariya Sêrtê hat tayînkirin. Qeyûman 456 milyon û 853 hezar û 781,39 TL deyn li pey xwe hiştin. Li bajarê ku gelek mal û milkên ku di nav de navenda şêwirmendiya jinan jî heye, dan Yeşîlay, Ûlkû Ocaklarî, TÛGVA, Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî û Navenda Perwerdehiya Gel. Van saziyan xizmetê ji gel re nekirin, ji berjewendiyan re kirin.
Piştî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an, Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) bi rêjeya ji sedî 49,65 cudahiya dengan, careke şaredarî qezenc kir. Şaredariyê di dema desthilatdariya xwe de hem ji bo bajêr xebatên binesaziyê û hem jî yên civakî-çandî meşand. Ji bo jinan JINKART'ê peyda kir û li navendê xwaringeha Bajêr vekir.
Projeyên jinan di nîvî de man!
Şaredariya ku xebatên xwe yên ji bo ji nû ve vekirina navenda şêwirmendiya jinan a ku sewqî Yeşîlayê hatibû kirin didomîne, gelek proje jî danî ber xwe. Çend projeyên ku ji ber hatina qeyûm neqediyane, ev in: Projeya mala Dengbêjan, nîşankirina berhemên herêmî, avakirina malpereke mezin, Pirtûkxaneya Giştî ya Mîr Celadet Alî Bedirxan, Mala Mêvanan, projeya Bankaya Xwarin û Cil û Bergan, çêkirin û firotina nanê tenûrê, Navenda Şêwirmendiya Jinan a Berfîn, bazara fêkî û sebzeyan, pêşxistina fistiqên hişk û restorekirina rêya rezan, bazara kedê û hunerên destan a jinan, serayên şitlan û çandina şitlan, projeya veguheztina çopê û otomatên veguheztinê, organîzekirina Platform û Meydana Newrozê, xebata berhevkirina çîrokên gelêrî yên bi zimanê dayîkê, navenda perwerdehiya etûta belaş, pêşxistina xwedîkarbûna jinan, navenda ciwanan, panelên tavê û santralên tavê yên li ser baniyan, avakirina Kolana Hunerê, kreşên pirzimanî û kargeha nan a belaş."
Endamên Meclîsa Şaredariya Sêrtê, mijara qeyûman û polîtîkayên qeyûman ên li bajêr tên pêkanîn nirxandin.
‘Me Şaredariya wêran û deyndar dewr girt’
Endama Meclîsa Şaredariya Sêrtê Songul Bulga, diyar kir ku qeyûm wê mîna herdu serdemên berê, vê serdemê jî xizmetê ji gel re neke. Songul diyar kir ku dilê hikûmeta AKP'ê baristan nade ku ferqa dengên di hilbijartinên herêmî de qebûl bike, serî li polîtîkaya qeyûman daye.
Songul Bulga, anî ziman ku wan di hilbijartinên dawî de “kavilek” ji destê qeyûm dewr girtine û wiha got: “Me deh mehan bi derfetên kêm ji gel re xizmet kir. Di vê heyamê de ku me ev zirar kêm kir, dîsa hatin. Lê çi dibe bila bibe, ew ê nikaribin me têk bibin. Bi tayînkirina qeyûman hewl didin derbeyê hem li jinan hem jî li vîna wan bixin. Xizmet û projeyên me jî bi vî awayî hatin astengkirin. Gelek projeyên ku em nikarin pêk bînin hene. Mixabin ev hemû proje nîvco man.”
‘Me di nav bêderfetiyan de xebat meşandin’
Endama Meclîsê Zozan Turksoy jî diyar kir ku projeyên neqediyayî, projeyên girîng in û bi kêrî gelê bajêr tên. Zozan diyar kir ku bi qeyûman dê gel dîsa bi serê xwe bimîne. Zozan diyar kir ku her çiqas qeyûm hatibe jî, ewê di nav gel de bin û wiha got: “Gelek projeyên civakî yên beriya hatina qeyûm jî hatin astengkirin. Dîsa di heyama berê ya qeyûm gelek avahiyên me veguhezandibû. Di vê heyamê de jixwe me nekarî piraniya wan bi dest bixin. Me hewl da ku di van şert û mercên bê derfet de xizmetê ji gel re bikin. Em bi jin û zarokan re hatin cem hev. Me li ser mijarên çandî, civakî û xwedîkarbûnê xebat meşandin.”
‘Yê ku gel nas neke nikare xizmetê bike’
Endamek din a Meclîsê Amîne Tîmurtaş jî destnîşan kir ku qeyûm dê ji bilî deyn û talanê tiştekî ji gelê bajêr re nehêle. Amîne diyar kir ku qeyûm gelê bajêr nas nake û wiha got: "Yê ku gel nas neke, nikare xizmetê bike."
‘Nêrîna AKP’ê ya li hember şaredariyê tenê rant e’
Amîne Tîmurtaş, anî ziman ku qeyûm tê wateya "Deyn" û wiha got: "Dîsa bêyî ku karekî bikin dê şaredariyê deyndar bikin û biterikînin. Nêrîna AKP'ê ya li şaredariyê, tenê li ser rant û sermiyanê ye. Kesê ku ji derve hatiye erkdarkirin û ji aliyê gel ve neyê naskirin, nikare ji bo vî gelî bixebite. Ew ê tenê were, li avahiyê îmze bike û derkeve. Nikare bersivê bide daxwazên van gelan. Mixabin ev rewş wê bi heman senaryoyê weke du salên din biqede. Di vê pêvajoyê de emê dev ji têkoşîna xwe bernedin û li vîna xwe xwedî derkevin.”