Li ser medyayê hevpêyvîna li gel kujerên jinan hat qedexekirin
Wezareta Rewşenbîrî ya herêma Kurdistanê derbarê hevpêyvîna bi kujerên jinan a li ser medyayê biryar da û hevpêyvînên bi vê awayê qedexe kir.

Navenda Nuçeyan - Endamên Grûba Jinan a karê têkoşîna Dijî Şîdetê ya di derberê hîmê civakî de duh li Silêmaniyê serdana Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê kirin û li gel beşek ji berpirsên wezaretê re civiyan.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, di hevdîtinê de, endamên gurûbê, têkildarî mijara pirsgirêka jinan di weşana medyayê, çawaniya pêşkêşkirinê daxwaznameyek pêşkeş wan kir.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Di vê hevdîtinê de, biryar hatiye dayîn hemahengî li ser mijarên hestiyar were kirin. Da ku sînorek ji bo belavkirina wan nûçeyên ku bandoriya nerênî li ser civakê û pirsgirêkên jinan dikin were diyarkirin.”
Her wiha di hevdîtinê de biryara qedexekirina derxistina hevpeyvîna tometbarên qetilkirina jinan di medyayê de hate dayin.