Li Semsûrê kabîneya tenduristiyê ya jinan

Bi Kabîneya Tenduristiyê ya Jinan ku li Semsûrê hat avakirin, jinên ducanî û zarok di warê tendursitiyê rehet bûn. Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan, diyar kir ku ji bo jinan dê xebat berdewam bikin û wiha got: "Heta birîn bên pêçandin em li vir in.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr- Di ser erdhejên ku li 10 bajaran bû sedema mirina bi hezaran kesan û koçberiya bi milyonan kesan de meh û nîv derbas bû. Welatiyên ku ji bajarên xwe yên ji ber erdhejê bi giranî wêran bûne koçber nakin, bi têkoşîna xwe ya ji bo jiyanê re tenê mane. Hinek ji mexdûrên erdhejê di konan de dimînin, hinek ji wan li stargehên bi naylon an jî konan de dîminin. Welatiyên li herêma erdhejê dijîn ji ava paqij bêpar in û ji aliyê rayedaran ve bi nexweşiyên şewbê re rû bi rû hatine hiştin.

Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB), Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) û xebatkarên tenduristiyê yên dilxwaz çûn alîkariya welatiyên li bajarên ji ber pirsgirêkên heyî nexweşiyê dest pê kiriye. Xebatkarên tenduristiyê yên ku li bajarên ji ber erdhejê bi dilxwazî xizmetên dermankirinê û tenduristiyê yên pêşîlêgirtinê didin, ji bo jinan jî 'Kabîneya Tenduristiyê ya Jinan' ku di hundirê wê de ultrsiyoun jî heye ava kirin.

Tê payîn ku kabîneya li Semsûrê hatiye avakirin, li bajarên din jî dê were pêkanîn. Li kabîneya ku pispora jin a welidandinê jî heye, bi muayeneya jinên ducanî teşhîs tê danîn. Jinên ku ji roja ewil a erdhejê ve heta niha nikarin xwe bigihîjînin derman û derziyên xwe, bi kabîneyê re hem rewşa xwe ya dawî hîn dibin hem jî piştî dermanên pêwîst digrin bi sîstema randevûyê tedawiya xwe didomînin.

'Mafê tenduristiyê yê jin û zarokan nîn e'

Em bi Seroka Odeya Tebîban a Amedê Elîf Turan ku ji roja ewil a erdhejê û vir ve li herêma erdhejê ye, der barê kabîneya tenduristiyê ya ji aliyê TTB û SES'ê ve hatiye avakirin û xebatên tên meşandin de axivîn. Elîf Turan, da zanîn ku piştî erdhejê wan bi organîze û rêxistinbûnê, li qadê dest bi xebatan kirine, diyar kir ku bûyera xwezayî ya ji ber xemsariyê pêk hatiye veguheriye karasetek. Elîf Turan da zanîn ku weke her carê herî zêde jin û zarok ku komên herî kêmderfet in ji vê felaketê bi bandor bûne. Elîf Turan da zanîn ku di vê pêvajoyê de mafê jin û zarokan ji bo tenduristiyê tê astengkirin û wiha got: “Ev rewş ji bo jin û zarokan pirsgirêkên cidî derdixe holê. Dema em jiyana konan, jiyana kolektîf û keda domdar li ber çavan bigirin, em dikarin bibêjin kedeke nayê ditîn jî heye. Jin jî her dem di rewşa fedakariyê de ne. Dibe ku di vê pêvajoyê de tenduristiya xwe jî feda bikin. Mixabin bîra me bi van karesatên xwezayî tije ye û tecrubeyên me jî hene. Wek TTB û SES'ê piştî erdhejê em dikaribûn xwe organîze bikin. Me rêxistinbûna xwe di qada tenduristiyê de misoger kir.

'Ji bo jinên ducanî tedawiya ultrasiyonê dikare bê kirin’

Elîf Turan, diyar kir ku wan destpêke revîran ava kirine xizmeta polîklînîk didin û piştre jî kabîneyê ava kirine û got ku di vê pêvajoyê de di çarçoveya xebatên tenduristiyê yên pêşîlêgirtinê de dixebitin. Elîf Turan, da zanîn ku bi taybetî ji bo jinên ducanî wan dest bi muayeneyên bi cîhazên ultrasounê kiriye û wiha berdewam kir: “Ji bo jinên kêmderfet jî me yekîneya tenduristiyê ya jinan ava kir. Hevalên me yên dilxwaz her roj tên vir û bi dilxwazî li nexweşan xwedî derdikevin. Niha xebatên me berdewam dikin. Li vir derman jî didin nexweşan. Li vir em girîngiyê didin xizmetên tenduristiyê yên pêşîlêgirtinê û aliyekî vê jî xebatên tenduristiya gel jî dimeşînin. Mixabin, dema ku em tenê xizmetek tenduristiya giştî ya dermankirinê pêşkêş dikin, em ji nexweşiyan naparêzin. Li vir pisporên me yên zayînê yên jinan tên û muayeneyên jinên ducanî dikin. Bi alavên ku ekîbên dilxwaz didin, em teşhîs dikin û derman didin. Ji bo ku jin bi vî awayî ducanîbûneke bi tendurust derbas bikin, çi ji destên me tê em dikin.”

'Heta ku birîn bên pêçandin em ê li vir bin'

Elîf Turan, têkildarî agahiya ku wan li bajarên din dest bi pêkanîna yekîneyên tenduristiyê yên jinan kirine, got ku bi hezaran xebatkarên tenduristiyê yên ji bajarên din li bendê ne ku bi dilxwazî werin qadên erdhejê. Elîf Turan, bal kişand ku ekîbên dilxwaz di nava xebatên burokratîk de asê mane û got ku heta birîn bên pêçandin ew ê li qadan bin û herî dawî wiha got: “Wekî min got dema tedbîr neyên girtin em rastî karasetê tên. Ji vê karasetê nexweşxane û navendên tenduristiyê yên malbatê jî bi bandor bûne. Heya niha, nexweşxaneyek xwedî 400 cihên razanê li vir xizmetê dike lê kêm dimîne. Xebatkarên me yên tenduristiyê yên ku li vir ji erdhejê bi bandor bûne jî hene. Ji bo ku ew jî îstrahet bikin, divê em jî wek dilxwaz li vir cih bigrin. Heta em birînên xwe radeyekê bipêçin em ê li vir bin. Ji bo jinên komên kêmderfet jî xebatên me dê bênavber bidomin.”