Li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî destpê kir

Li ser banga PJAK, KJAR û gelek aliyên din yên siyasî bi boneya duyemîn salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan Azadî’ li bajarên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî bi girtina dukan û bazarê destpê kir.

Navenda Nûçeyan – Bi boneya şoreşa ‘Jin, Jiyan Azadî’ ku di 16’ê Îlona 2022’an de bi qetilkirina jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî re destê kir, li Rojhilatê Kurdistanê, li ser banga PJAK, KJAR û gelek aliyên din yên siyasî greva giştî destpê kir.

Li gorî agahiyan greva giştî bi girtina bazar û dukanan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê destpê kiriye.