Li Rojhilat û Îranê di nav sê rojan de 30 kes hatin qetilkirin

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî rejîma Îranê gel bi dirûşma ‘Jin jiyan Azadî’ serhildanên ku destpê kiriye didomîne. Hat ragihandin ku di sê rojên dawî de 30 kes hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Li paytexta Îranê Tahranê piştî qetilkirina Jina Emînî serhildanên ku destpêkirine, berdewam dike, gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma ‘jin Jiyan Azadî’ li hev kombûn û daxwaza azadiyê dikin û dixwazin rejîma mola were rûxandin. Ev dû meh e gel li qadan e, li dijî hemû zextên kuştin, qetilkirin û polîtakayên wê yê zextê qadan vala nakin û daxwaza xwe ya azadiyê di her firsenê de tînin ziman.

Di çalakiyên ku duh li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dom kir de, hat ragihandin ku di sê rojên dawî de 30 welatî hatine qetilkirin. Li beramberî hemû zextên polîs û leşkerên rejîma Îranê gel şev li qadan bû û qad bernedan. Li Mehabadê jin heta baregeha Basîc meşiyan, rejîma Îranê gule reşand ser jinên ku xwestin bimeşin.

Li Mehabad, Sine, Bijar, Kamyaran, Paveh, Şino, Piranşahr, Urmiye, Ciwanro, Gilan, Ravansar, Dehgolna, Qarvah, Îlam, Murmuri, Serdeşt çalakiyên girseyî hatin li darxistin. Bi bihîstina qetliamên ku hatî jiyan kirin re li bajaran xwepêşanderan kemerayên mobese şikandin, qereqolên polisan dan ber beran û molotofan, sembolên rejîma Îranê şewitandin.

Li navendên ku çalakî lê hatin lidar xistin rejîma Îranê bi guleya êrîşî welatiyan kir, li bajarê Mehabad û Piranşahrê şevê tevgera balefirên şer û balefirên bê mirov û helikopteran hebû.

Li bajarên Rojhilatê Kurdistan li Sistan, Belucistan, , Piranşahr, Bandar Abbas, Buşehr,  Baxtiyari, Shahrekord, Yasouj, Tahran, Kirman, Îsfahan, Zencan, Erdebil, Rasht, Kum, Khuzestan, Ahvaz, Babol, Izeh, Semiram çalakî berdewam bûn. Alên ku sembola rejîma Îranê bûn, wêneyên rayedarên hikumetê hatin şewitandin. Peyker hatin rûxandin û xwepêşanderan li Basicê li dijî polîsan baregeh çêkirin.

Rêxistina mafê mirovan ya Îranê di bilançoya herî dawî ya belav kir de diyar kir ku heta niha di serhildanan de 378 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin. Ji vana 47 jê zarok û 27 jî jinin.