Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê gelek rojnameger hatin girtin

Ji ber belavkirina nûçeyên der barê qetilkirina Jîna Emînî de, gelek rojnameger li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatin girtin.

Navenda Nûçeyan- Di xwepêşandan û nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de hemwelatî, çalakvan û rojnameger ji aliyê desthilatdariya rejîma Îranê ve hatin girtin û tundîtûjî li hemberî wan tê kirin.

Li gorî nûçeyên medyaya ji derve hejmarek rojnameger li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku nûçe û mijarên der barê çalakiyên kuştina Jîna Emînî de belav kirin hatin girtin.

Nulîfer Hemîdî ku nûçe der barê çalakiyên ji bo Jîna Emînî belav kir û her wiha wênegir Yelda Meirî û nûçegihana aborî Fatîme Receb jî hatin girtin.

Li gorî agahiyên ‘Women In Journalîzîm’ di dema girtina rojnameger û çalakgeran de tundîtûjî li hemberî wan hatiye kirin.