Dû tometbarên ku gef li jinekê dixwarin hatin girtin

Polîsên Sitek dû tometbarên ku gefa belavkirina wêne û videoyên taybet li jinekê dixwarin, girtin.

Navenda Nûçeyan - Ragihandin û peywendiyên rêveberiya polîsên bajarê Silêmanî diyarkirin ku piştî jinek hate gel polîsên Sitekê gilî kir ku dû tometbar gefa belavkirina wêne û videoyên taybet lê dixwarin, polîsan dest bi lêkolînan kirin û ew dû tometbaran girtin.

Her wiha polîsên Silêmaniyê bi bîr xistin ku piştî biryara dadgehê girtin herdû tometbaran ditin û girtin.

Her dû tometbar yê bi navê E.N.R ê di sala 1992’an de ji dayik bûye û H.C.C. ê di sala 1992’an de ji dayik bûye, niha bi girtî ne. Hat ragihandin ku biryara dadgehê li gora made yasaya 2 ya xirab bikaranîna amêrên peywendiyê lêkolîn berdewame.