Li Qamişloyê civîna berfireh a Kongra Star

Di civîna Kongra Star a di çarçoveya kampanyaya Platforma Hevbeş a 25’ê Mijdarê de, hat destnîşankirin ku têkoşîna li dijî tundiyê ne tenê erkê jinan e, berpirsyariyek hevpar a hemû civakê ye jî.

Qamişlo –Di 25’ê Mijdarê, Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de, jin li gelek deverên cîhanê bi armanca bilindkirina dengê xwe û xurtkirina têkoşîna li dijî hemû cureyên tundiyê, çalakî û kampanyayên cuda li dar dixin. Di vê çarçoveyê de, di nava kampanyaya Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jin de, îro Kongra Star civînek berfireh li dar xist.

Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Kongra Star Binevş Şahîn axivî û behsa girîngiya 25’ê Mijdarê û têkoşîna li dijî hemû cureyên tundiya li ser jinan kir. Binevş bal kişand ser rewşa jinan û astengiyên ku di jiyana rojane de rastî wan tên. Binevş tekez kir ku tundî ne tenê bi lêdan û şîdeta laşî ve sînordar e, her wiha gelek cureyên wê hene; wekî tundiya derûnî, gotinî, aborî, civakî û desthilatdariya li ser biryarên jinan.

‘Encamên tundiyê ne tenê li ser jinan sînordar dibe’

Her wiha, Binevş rexne li hinek kevneşopî û hişmendiyên serdest ê civakê girt û wiha got: “Hîn jî di hinek beşên civakê de ev bawerî heye ku jin piştî dizewace dibe milkê mêr û divê li gorî daxwaz û biryarên wî tevbigere. Ev nêrîn, mafê jinan yê hilbijartin, biryardan û serbixwebûna binpê dike û rê li ber domandina tundiyê vedike. Di heman demê de encamên tundiyê ne tenê li ser jinan sînordar dibe, bandorê li ser malbat, zarok û civakê bi giştî jî dikin. Ji ber vê yekê, têkoşîna li dijî tundiyê ne tenê erkê jinan e, berpirsyariyek hevpar a hemû civakê ye jî. Pêwîstiya wê bi guhertina hişmendiyê, parastina mafên jinan û avakirina civakek li ser bingeha wekhevî û rêzgirtinê heye.”