Li Qamişlo û Kobanê salvegera 20’mîn a KJK’ê hat pîrozkirin
Kongra Star salvegera damezrandina 20’emîn a KJK’ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê li bajarê Qamişloyê pîroz kir. Li Kobanê jî bi heman armancê li navenda Çand û Hunera Baqî Xido hat pîrozkirin.

Navenda Nûçeyan – 20’emîn salvegera KJK’ê (Komeleyên Jinên Kurdistanê) li Qamişlo û Kobanê bi çalakiyan hat pîrozkirin.
Qamişlo
Kongra Star bi boneya salvegera damezrandina 20’emîn a Komeleyên Jinên Kurdistanê (KJK), daxuyaniyek çapemeniyê da.
Daxuyanî li Baxçeyê Şehîd Rihan ê bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê, bi tevlîbuna sazî û rêxistinên jinan hat dayîn û piştî daxuyaniyê dest bi çandina daran hat kirin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê Kongra Star Hêvî Mehmod axivî û diyar kir ku tevahiya şehîdên azadiyê em, bi bîr tînin û silav û rêzên xwe ji mîmarê azdiyê û neteweya demokratîk ji Rêber Apo re, dişînin û wiha got: “Em ji bo salvegera damezrandina KJK’ê li vir kom bûne. KJK 20 sal in hatiye avakirin lê belê xwedî tevgereke 40 salî ye. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo hat avakirin. Hevala Sakîne Cansiz, jina ku li hemberî desthilatdarî û feraseta zilamperest li ber xwe da, têkoşiya û berxwedanê da meşandin, bû mînak ji hezaran jinan re.
‘Ev hemû encamên keda Rêber Apo ne’
Her bûyer û şehîdên ku em didin berdelên, wê giranbuha ne. Berdelên azadiyê giran in. Em weke tevgera jinan, ji destpêka Şoreşa Rojava ve heta roja îro di qadên siyasî, leşkerî, civakî de cihê xwe digrin. Ev hemû encamên keda, Rêber Apo ne. Ji bo vê yekê çawa ku Rêbertî dibêje, di roja min de ez çandina daran dibînim a hevala Sara jî xeyalên wê ew bû ku di salvegera KJK’ê de dar û gul werin çandin. Ji bo pêkanîna daxwaz û xeyalên wan îro weke jinên bajarê Qamişloyê em dest bi çandina daran dikin.
Kobanê
Jinên bajarê Kobanê jî salvegera 20’emîn a damezirandina KJK’ê li navenda Çand û Hunera Baqî Xido hat pîrozkirin. Jinan bi cil û bergên gelerî bi bin dirûşma “Azadî bi avakirina konfederalîzma demokratîk a jinan misoger dibe” 20’emîn salvegera damezirandina KJK’ê pîroz kirin.
Di destpêkê de deqeyek rêz hat girtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê, peyama KJK’ê ji aliyê Ronîda Mihemed ve hat xwendin.
Piştî xwendina peyama KJK’ê ji Koordînasyona Kongra Star Zozan Bekir axivî û wiha got: “Em bi rêzdarî têkoşîna hemû jinan silav dikin û 20’emîn salvegera KJK’ê li hemû kesan û gelê Kurd pîroz dikin. Vê rojê li malbatê, şehîdan û mîmarê vê rojê, li Rêberê Gelê Kurd jî pîroz dikin. Li sedan kesên ku canê xwe ji bo vê rojê feda kirine em pîroz dikin. Li Şîlan Kobanê, Sakîne Cansiz, Leyla Agirî, Sara, Zîlan û li hemû rêwiyên vê riyê pîroz dikin.
Rewşa ku niha Sûriye tê de ye, em dibînin ku serkêşiyeke bi çi awayî ji aliyê jinên Kurd ve tê kirin. Wê ev sedsal bibe sedsala azadiya jinan. Ji bo vê jî em 20’emîn salvegera damezirandina KJK’ê li hemû jinan pîroz dikin.”
Di dawiyê de ji aliyê Hîlala Zêrîn a Bajarê Kobanê, Koma Esmer a stranan derket ser dikê û stranên xwe pêşkêş kirin.
Pîrozbahî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” û “Bê Rêber jiyan nabe” bi dawî bû.