49 milyon zarok ji cîh û warê xwe bûne

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC) ragihand ku li seranserê cîhanê koçber û penaber bi rîskên cidî yên tenduristiyê re rû bi rû ne û her wiha sîstemên heyî yên tenduristiyê jî nikarin bersivê bidin pêwîstiyên heyî.

Navenda Nûçeyan – Li gorî daneyên ku RTC'ê ragihandiye, li seranserê cîhanê 304 milyon koçber hene. 170 milyon ji vana, karker in. Nêzî 117 milyon kes jî bi zorê ji cih û warê xwe bûne. Tê gotin ku 49 milyon zarok in û 2,3 milyon jî weke penaber jidayîk bûne.

Li gorî raporê ji sedî 71’ê koçberan li wan welatan dimînin ku dahatên wan kêm an jî navîn e. Ev rewş dibe sedem ku xizmetên tenduristiyê newekhev be. Jin û zarokên keç hîn bêhtir dibin hedefa destdirêjî, zarokên sêwî mane, bi rîska bikaranînê re rû bi rû dimînin. Mirovên astengdar jî hem ji aliyê ragihandinê hem jî ji aliyê cihêkariyê ve rastî astengiyên mezin tên.

Jiyana bi milyonan mirovî di xeteriyê de ye

Hate ragihandin ku rîska tenduristiyê ya li ser koçber û penaberan ji ber astengiya qada tevgerê, zehmetiyên peydakirina xizmetên tenduristiyê, astengiyên çand û ziman û cihêkariyê hîn zêde dibe. Şer û afetên ji ber krîza avhewayê jî vê rewşê girantir dike. Ev şert û merc dibin sedem ku nexweşiyên şewbê, nexweşiyên kronîk û nexweşiyên derûnî li ser bi milyonan mirovî bibe xeterî.

Dîrektorê Bernameya Tenduristiyê ya Lezgîn a RTC Chikwe Ihekweazu anî ziman ku krîzan lawaziya li sîstema tenduristiyê derxistiye holê û di halê hazir de komên ku di bin rîskê de ne, zêdetir bê parastin hiştine.

Hemû welat xwedî plan û amadekarî nînin

Li gorî rapora RTC ku bi daneyên ji 93 welatan amade kiriye, tenê ji sedî 42 welatan ji bo koçber û penaberan xwedî planên amadekariya rewşa lezgîn in. Tenê ji sedî 40 xebatkarên tenduristiyê perwerdeya xizmetê ya li gorî çandê didin. Rêjeya welatên ku daneyên tenduristiyê yên têkildarî koçberiyê bi rêk û pêk kom dikin, tenê ji sedî 37 e.

Her wiha tenê ji sedî 30 ê welatan ji bo kêmkirina gotinên cihêkar ên li hemberî koçberan kampanyayên ragihandinê dimeşînin.

Rîsk mezin dibe

Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), tenê ji sedî 23’ê plana ji 10,6 milyar dolarî hate fînansekirin ku ji bo sala 2025'an hate amadekirin. Ev yek jî wê hişyariyê dide ku zêdeyî 12,8 milyon mirov dibe ku derfetên xwegihandina xizmetên tenduristiyê yên jiyanî ji dest bidin.

Hin welatan têkildarî koçberan polîtîkayên tevkariyê afirandin, hin welatan jî çarçoveya sîgortaya tenduristiyê teng kir ku vê yekê rîsk zêde kir.