Li Qamişlo pîrozbahiya 1’ê Gulanê
Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li Qamişlo şahiyek hate li dar xistin.
Qamişlo – 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li Qamişlo bi şahiyekî girseyî hate pîroz kirin. Şahiya ku li stadyûma 12’ê Adarê li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate li dar xistin, sazî û dezgehên civaka sivîl, Kongreya Star, Rêveberiya Xweser û karker beşdar bûn. Şahiya 1’ê Gulanê bi dirûşma “Bi têkoşîna 1’ê Gulanê, em berxwedana gel silav dikin” hate li dar xistin. Her wiha di şahiyê de karker hatin xelatkirin.
“Em karkeran silav dikin”
Di pîrozbahiyê de Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava, Mûne Yûsif 1’ê Gulanê li tevahî karkeran pîroz kir û wiha got: “Em di serî de Roja Karkerên Cîhanê li tevahî karkeran û îro kesên ku li vê derê amadene pîroz dikin. Em îro bivê şahiyê peyam ji dijmin re dişînin ku çiqas êrîş jî hebe, em mûnasebetên xwe nasekînin û em ê her li ser piyan bin. Em bi navê Rêxistina Kongreya Star kedê hemû karkeran pîroz dibînin û wan silav dikin. 1’ê Gulanê bû roja karkerên cîhanê ku me anîn vê rojê. Em her sal vê rojê bi şahiyan pîroz dikin, lê îsal em ji ber şerê ku îro dewleta tirk li dijî axa Başurê Kurdistanê pêk tîne, cuda pîroz dikin. Pîrozbahiya me ya îsal bi ruhê berxwedanê tê pêşwazî kirin.”
“Gelê Kurd serhildêr e”
Mûne Yûsif bal kişand ser êrîşên dewleta tirk li dijî axa Başurê Kurdistanê û wiha got: “Îro dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê êrîşî axa Başurê Kurdistanê dike, armanca van êrîşan ewe ku projeya netewa demokratîk têk bibin. Gelê Kurd îro ev 50 salin li ber xwe dide û bi taybet jin û ciwan. Tevgera azadiyê heta niha berxwedanek bêhempa li dijî her cure êrîşan li ber xwe dide û em dibêjin em ê bi ruhê berxwedan û têkoşînê li ser bixînin. Îro dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê êrîşî me dike, ev êrîş tucaran bi ser nakeve, ji ber em ji dîrokê bigire heta niha serhildêrin. Dewleta tirk siyaseta perçekirinê, li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, axa Başurê Kurdistanê û Şengalê dike. Dewleta tirk îro bi balafirên bê mirov û çekên giran êrîşî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Ruxmê ewqas siyasetên qirêj li dijî me pêk tê, em li ser piyanin û têdikoşin. Em weke Kongreya Star li dijî van êrîşan bêdeng namînin û asta berxwedanê bilind bikin. Em wek jin jî em ê li ber xwe bidin da ku tundiya li ser jinan rawestînin. Rêber Apo ji bo jinan gelek têkoşîn meşand da ku bibe xwedî maf û hebûn. Îro tecrîdek giran li dijî Rêber Apo pêk tê, em vê tecrîdî bi tundî şermezar dikin. Dema em çalakiyan li dar dixînin, yekem em doza azadiya Rêber Apo dikin. Armanca me ya yekem azadiya Rêber Apo ku bi fikir û felsefaya wî em li ser piyanin. Îro şensek bû ku em îro li Rojavayê Kurdistanê ne ku şoreş pêk hat. Îro bi saya destkeftiyên şoreşê mafê karkeran jî heye. Kes nikare mafê kedkaran bixwe.”
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.