“Hidirellez pîroz be”

Tulay Hatîmogullari ya HDP’yî bi boneya Roja Hidirellez daxuyanî da û hêvî kir ku Xizir ji bo tevahî mirovahiyê edalet, aşîtî û azadiyê bîne.

Navenda Nûçeya – Alîkara Hevseroka Giştî ya Berpirsiyarê komîsyona Ol û Baweriyan Tulay Hatîmogulları bi boneya Roja Hidirellez daxuyaniyekê nivîskî da û got: “Em hêvî dikin ku Hidirellez (Hidir-Îlyas) a bi hezaran salan e ji aliyê gelek gel û baweriyan ve mîna mizgîniya biharê tê pîrozkirin, ji bo tevahî gelan bereket û kêfxweşiyê bîne. Roja 6’ê Gulanê ya tê bawerkirin ku Hizir a parazvan û afirînerê jiyana axê û Îlyas ê parazvana jiyana avê digihe hev, ango di cejna Hidirellez de xweza bi bihar/bereketê hişyar dibe”. 

Tulay Hatîmogulları destnîşan kir ku Hidirellez a li ser erdnigariya ku em tê de dijîn ji aliyê civaka Elewî ve tê pîroz kirin, di roja me de ji aliyê gelek gelên cûda ve tê pîrozkirin û bi hêvî li bendewariya vê rojê tê kirin wiha got: “Ji ber bûyîna cejna hevpar a mirovahiyê UNESCO di sala 2010’an de cejan Hidirellez xistiye nav Lîsteya Mîrateya Ne Şênber A Mirovahiyê. Em hêvî dikin ku hêvî û bendewariya hemwelatiyên me yên ku di nav aloziya aboriyê de di nav xizaniyê de dijîn bi cih bê, bi bêrikirina welatekî ku tevahî gel û bawerî bi hev re dijîn, Hizir ji bo tevahî mirovahiyê edaletê, aşîtî û azadiyê bîne”.