Ebru Gunay: Divê ji polîsê ku gefa kuştinê li wekîlek dixwe, hesab bê pirsîn

Ebru Gunay a bang li Serokê Meclîsê Mustafa Şentop kir, wiha got: “Ji polîsê ku li navenda Enqerê gefa kuştinê li wekîlek dixwe hesab bipirsin. Qatilê ku xwe weke polîs dide nasîn demildest bigirin û hesap jê bipirsîn.”

Enqere - Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, bi beşdarbûna wekîlan derbarê dorpêça polîsan a navenda partiya giştî de daxuyanî da. Ebru Gunay diyar kir ku bi provokasyonekê li dijî partiya wan re rû bi rû ne û wiha axivî: “Hûn hemûyan danê sibehê ev pêvajo şopand, bi rastî ev demeke dirêj e li hemberî partiya me hewldanên provokasyonê hene. Ev yek berê li Amedê û Wanê ceribandin, lê tu li cihê bi ser neketin. Êdî provakasyon derxistin asteke din û hatin pêşiya navenda partiya me û polisên di bin fermana wezîrê karên sûc hewl dan provakasyonekê derbixin. Beriya niha bi provakasyoneke bi vî rengî pêvajoya ku rêhevalê me Denîz Poyraz hat qetilkirin honandin."

“Xebatkarên me hatin derpkirin”

Ebru Gunay derbarê koma ku li ber partiyê wan provokasyon avakir, wiha axivî: “Bila kes nebêje, 'Em li maf digerin, em malbat in'. Hemû jî hewldanên provakasyonên astengkirina xebatên siyasî yên wezareta karên sûc, desthilata AKP'ê ne. Polisên ku roja Denîz Poyraz hat kuştin wê û partiya me neparastin, îro 3 provakatoran diparêzin û êrişî partiya me kirin. Xebatkarên me derp kirine û hevalên me birîndar kirine."

Qatilê ku xwe weke polîs daye nasîn kî ye?

Ebru Gunay di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Polîsên di tîpên kujeran de ku di bin fermana wezîrê karên sûc de ne li navenda Enqerê bi hêza ku ji serokên mafyayan digirin êrişî berdevka meclisa me ya jinan kirine û gef li xwarine. Ev bêtehemûliya desthilatê ya li partiye me û jinan e. Ev ji vir pirs dikin ev kujerê ku xwe weke polîs daye nasîn kê ye? Divê demildest ji peywirê bê girtin û pê re bê girtin. 

“Mafê ji wekîla me ra gef bixwe ji kudere bigre?”

Hed û mafê ku ji wekîla me re bibêje, 'Ez ê te bizmar bikim' û gef bixwe ji kuder digire. Em dizanin ji kuder digire. Lewre mesî ji serî ve bîn dide. Wezîrê karên sûc ku wêneyên xwe bi mafya, kujer û sûcdaran re dikişîne hed û mafê her cûre sûckirine dide kesên di bin fermana xwe de. Bila bizanibin ku wê nikaribin xebatên siyasî yên HDP'ê asteng bikin. Kîjan dema ku em xurt bibin û ji gelên Tirkiyeyê re bibin hêvî faşîzma AKP-MHP'ê bi çeteyên tarî re dibe yek û bi destê çeteyên ku ji xwe re dibêjin polis li dijî partiya me provakasyonan derdixin. Em ê bi hêza ku me paşerojê girtiye têk neçin. Em ê di her şertî de HDP'ê biparêzin. 

Em bang li Serokê Meclîsê Mûstafa Şentop dikin, bila ji polîsê ku li navenda Enqerê gefa kuştinê li wekîlek dixwe hesab bipirsin. Qatilê ku xwe weke polîs dide nasîn demildest bigirin û hesap jê bipirsîn. 

Em ê Tirkiyê ji vê hêza tarî rizgar bikin”

Em ji vir bang li hemû raya giştî ya demokratîk û gelên Tirkiyeyê dikin; werin niha dema parastina HDP'ê ye. Lewre em di pêvajoyeke xeternak de ne. Di vê pêvajoya xeternak de ya wê çeteyên tarî welat teslîm bigirin, êrişê muxalefeta demokratîk bikin û mirin û hilweşandinê bînin an jî em ê li dora HDP'ê bibine xelek. Em ê aştî û demokrasiyê bînin Tirkiyeyê. Em ê Tirkiyeyê ji van hêzên tarî rizgar bikin. Em bibiryar in û em ê partiya xwe diparêzin. Careke din banga me ye li gelên Tirkiyeyê; Werin em tev bi hev re HDP'ê biparêzin, pêşeroja Tirkiyeyê û demokrasiyê biparêzin. Ji bo parastina partiya xwe em ê heta dawî li vir bin."