Li Qamişlo li ser rewşa penaberên Bakur û Rojhilatê Sûrî panêlek hat lidarxistin

Bi boneya Roja Cîhanî ya Penaberan, Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê û Yekîtiya Hiqûqnasan a Herêma Cizîrê bi dirûşmeya “Koçberkirina bi zorê sûcekî dijî mirovahiyê ye” li Qamişloyê panelek li dar xistin.

Qamişlo- Bi boneya Roja Cîhanî ya Penaberan, Rêxistina Mafên Mirovan li Herêma Cizîrê û Yekîtiya Hiqûqnasan a Herêma Cizîrê bi dirûşmeya “Koçberkirina bi zorê sûcekî dijî mirovahiyê ye” li hola Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo panelek li dar xistin. Nûnerên sazî û rêxistinên sivîl, yekitiyên civaka sivîl, parêzer û hiqûqnas û her wiha rêveber û xwendekarên Zanîngeha Rojava, beşdarî panelê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, mihwerê mirovî ku rapore li ser rewşa koçber û penaberên Sûriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat xwendin. Di nav raporê de belge û hejmarên koçber ên ji aliyê Mafê Mirovan a Herêma Cezîrê hatine belgekirin hatin ser ziman û rewşa penaberên ku li Bakûr û Rojhilatê Sûrî dijîn hatin nirxandin.

“Koçberiya bi darê zorê sûcekê mirovî ye”

Rêvebera Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma wiha axivî: “Îro bi boneya Roja Cîhanî ya Penaberan, me panêlek bi alîkariya Yekîtiya Hiquqnasan a Herêma Cizîrê amade kir. Di nav panêlê de dê du mijar werin nîqaşkirin, yek ji wan mijara mirovî yê ku di nav xwe de rewşa koçber û penaberên ku bi darê zor ji axa xwe derketî dihewîne ku niha jî li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bûne. Her wiha dê mihwerê duyemîn jî zagonî be ku dê şîrove bibe çawa koçberkirina bi darê zorê sûcekî mirovî ye. Em hêvî dikin ku rêxistinên navdewletî û Neteweyên Yekbûyî dengê penaberên ku dixwaze vegerê ser ax û bajarê xwe yê ku jê hatiye derxistin bike.”

Di rapora ku di panelê de hat pêşkeşkirin de rêjeya penaberên Bakur û Rojhilatê Sûrî wiha hat dayîn;

Kampên li herêma Cizîrê:

Kampa Serêkaniyê 2 hezar û 349 malbat, 13 hezar û 242 ferd cih digirin,

Kampa Erîşa 2 hezar û 845 malbat, 14 hezar û 542 ferd,

Kampa Waşokanî 2 hezar û 347 malbat, 16 hezar û 157,

Kampa Newroz hezar û 13 malbat, 5 hezar û 390 ferd,

Kampa Holê 15 hezar û 205 malbat û 56 hezar û 124 ferd ku ji Sûrî, Iraqî û Ewropiyan pêk tên,

Kampa Roj 806 malbat, 2 hezar û 638 ferd ku ew jî ji Sûrî, Iraqî û Ewropiyan pêk tên.

Kampên li herêma Firatê:

Kampa Til Semin hezar û 246 malbat, 6 hezar û 448 ferd,

Kampa Mehmûdlî hezar û 750 malbat, 8 hezar û 900 ferd,

Kampa Tewahîna 585 malbat, 2 hezar û 200 ferd,

Kampa Minbic a nû 649 malbat, 3 hezar û 355 ferd,

Kampa Minbic a Kevin 430 malbat, 2 hezar û 179 ferd,

Kampa Ebû Xeşeb 2 hezar malbat, 10 hezar û 738 ferd lê dijîn.

Kampên li herêma Efrînê:

Kampa Berxwedan 677 malbat, 2 hezar û 673 ferd,

Kampa Esir 763 malbat, 3 hezar û 175 ferd,

Kampa Şehba 103 malbat, 480 ferd,

Kampa Efrîn 114 malbat, 447 ferd,

Kampa Ewde 103 malbat, 468 ferd lê dijîn.”