Li Suweyda boykota sendîkayên Şamê: Helwestek mirovî û exlaqî dixwazin

Endamên 8 sendîkayên Suweydayê li dijî bêxemiya sendîkayên navendî yên li Şamê biryara boykotê girtin û îstîfa kirin. Sendîkavanên ku bêdengiya li hemberî komkujiyên li Suweydayê weke hevkarî nirxandin helwestek mirovî û exlaqî ji sendîkayan dixwazin.

ROŞÊL CONYOR

Suweyda – Piştî êrîşa dawî ya li ser Suweydayê û dorpêçkirina bajêr, komek ji sendîkayên pîşeyî û sivîl li Suweydayê ragihandin ku hemû hevkarî û ragihandinê bi sendîkayên navendî yên li Şamê re rawestandine. Sendîkayan diyar kirin ku sedema vê biryarê wan protestokirina "bêdengiya hevkar" a li ser komkujî û binpêkirinên ku ji 13’ê Tîrmehê ve li parêzgehê diqewimin e. Sendîkayan van bûyeran wekî jenosîda li dijî civaka Durzî bi nav kirin.

8 sendîka di boykotê de ne

Sendîkayên ku boykot ragihandin: Sendîkaya Hunermendan, Sendîkaya Endezyarên Çandiniyê, Sendîkaya Parêzeran, Sendîkaya Mamosteyan, Sendîkaya Doktoran, Sendîkaya Veterîneran, Sendîkaya Dermansazan û Sendîkaya Karkeran.

Di daxuyaniyên fermî de, van sendîkayan ragihandin ku wan têkiliyên xwe bi sendîkayên navendî re qut kirine an jî hevkariya xwe rawestandiye û diyar kirin ku paşguhkirina bûyerên li Suweydayê hevkarîya fiîlî di sûc de pêk tîne. Her wiha wan tekez kir ku bêdengmayîna li hember komkujî, dorpêçkirin û birçîbûnê tenê dikare wekî hevkariyê were şîrovekirin.

Ji sendîkayên Şamê îstîfa kir

Parêzer û endamê berê yê Sendîkaya Parêzeran Selam Ubeyd ji bo nerazîbûna li hember tiştê ku wî wekî "êrîşek hovane" li ser bajêr bi nav kir, îstifaya xwe ji sendîkayê ragihand. Ubeyd diyar kir ku hêzên êrîşkar ne bi ewlehî û ne jî bi îstîqrarê re eleqedar in, lê bi kuştin, şewitandin û diziyê re eleqedar in.

Selam Ubeyd wiha got: "Em ji hêla meclîsa giştî ve hatin hilbijartin, me komîte ji bo xizmeta sendîkayê ava kirin û me hewl da ku bi hemî hêza xwe karê wê bikin. Lêbelê, dema ku hemî nirx hatin hilweşandin û komkujî dest pê kirin, ji bo me ne gengaz bû ku em berdewam bikin."

Selam Ubeyd xemgîniya xwe anî ziman ku sendîkaya navendî li dijî bûyeran tu helwest negirtiye, diyar kir ku îstifaya "nîşana herî qels a baweriyê" ye û helwestek exlaqî li dijî bûyeran temsîl dike.  Selam Ubeyd wiha axivî: "Em piştgiriya darayî naxwazin; em dixwazin ku karesat were qebûlkirin û kujer werin şermezarkirin. Lê wan bêdengî hilbijart û me hilbijart ku em bibin dengê edaletê." Selam Ubeyd diyar kir ku tevî îstifaya xwe jî, ew û hevkarên wî dê li herêmê ji bo gelê xwe bixebitin û ew hêvî dikin ku berpirsiyariyên xwe yên li hember gel bicîh bînin.

‘Sendîkaya navendî di qirkirinê de hevkar e’

Endama Şaxa Herêmî ya Başûr a Yekîtiya Hunermendan Darîn Ezzam, hêrsa xwe ya li hember nezanîna sendîkaya navendî ya bûyerên li Suweydayê anî ziman. Darîn Ezzam tekez kir ku bûyer ne tenê bûyerên ewlehiyê ne, lê şerekî plankirî ye ku sivîlan bi taybetî jîcivaka Durzî hedef digire.

Darîn Ezzam hêrsa xwe wiha anî zimand: "Ji destpêka şerê dawî ve, em di bin dorpêçkirin û birçîbûna sîstematîk de dijîn. Tevî derewên rayedaran ên li ser rewşa di bin kontrolê de, ev rastî ye. Endamekî sendîkaya me dema parastina mal û taxa xwe hate kuştin, û sendîkaya navendî tu peyamek hevgirtinê nedaye." 

‘Em tenê dixwazin ku rastiyê bibêjin’

Darîn Ezzam vê bêdengiyê wekî "hevkari" bi nav kir û got ku sendîkaya navendî rewatiya xwe ya exlaqî û pîşeyî winda kiriye. Darîn Ezzam diyar kir ku şaxa başûr bi yekdengî têkiliyên xwe bi navendê re rawestandiye û wiha axivî:

"Em ji wan naxwazin ku çekan hilgirin; em tenê ji wan dixwazin ku rastiyê bibêjin. Divê ew qebûl bikin ku tiştê ku diqewime jenosîd e. Ev ne pevçûnek eşîrî ye, wekî ku ew îdîa dikin. Bûyerên li ser erdê her roj îspat dikin ku ev êrîşek plankirî ye ku armanc dike ku Suweydayê hilweşîne." Darîn Ezzam diyar kir ku dorpêç berdewam dike, alîkarî têrê nake ku pêdiviyên gel bicîh bîne û tevî zexta navneteweyî jî, qutbûna av û elektrîkê, kêmbûna derman û xwarinê berdewam dike. Darîn Ezzam her wiha destnîşan kir ku saziyên fermî bi tevahî hatine hilweşandin.

‘Heta helwestek rast bigirin dê boykot bidome’

Darîn Ezzam wiha domand: "Wekî hunermend, em ji vê êşê bêpar nînin; berevajî vê, em ji wê hesastir in. Ji ber ku em nirxên jiyan û bedewiyê diparêzin. Ji ber vê yekê me biryar da ku helwestek zelal bigirin û bang li hemî sendîka, karmendên sivîl û saziyên herêmî bikin ku sendîkayên navendî boykot bikin, heta ku ew helwestek rastîn û bi rûmet bigirin. Ger sendîkaya navendî vê yekê paşguh bike, boykot dê berdewam bike. Ger ew helwesta xwe rast bike, em amade ne ku vegerin. Ji ber ku sendîka ya me hemûyan e; ew ne di bin monopola kesî de ye."

‘Bêdengiya sendîkayên navendî li hember komkujiyan xiyaneteke exlaqî ye’

Endama Yekîtiya Endezyarên Çandiniyê li Siwêdayê Raqiya Şair, êrîşên ku zêdetirî sê hefteyan e li ser bajar pêk tê wekî "jenosîdek li dijî civaka Durzî" bi nav kir. Raqiya Şair jî wiha got: “Tiştê ku qewimî ji nişkê ve çênebû; ew encama kampanyayên sîstematîk ên teşwîqkirin û derewan e ku bi mehan berê dest pê kirine. Êrîşa dawî tirsnak bû, komkujî li dijî sivîlan hatin kirin. Tevî vê yekê, sendîkayên navendî, nemaze Yekîtiya Endezyarên Çandiniyê li Şamê, bêdeng man."  

Raqiya Şair diyar kir ku sendîkaya herêmî vê bêdengiyê "şerm" dît û daxuyaniyek fermî da û têkiliyên xwe bi sendîkaya navendî re rawestand. Raqiya Şair zêde kir ku Yekîtiya Bijîşkan, Yekîtiya Mamosteyan û Yekîtiya Cerrahên Veterîner ên li Siwêdayê jî helwestek wisa girtine. Raqiya Şair herî dawî wiha got: "Em tiştê ne gengaz naxwazin. Tenê helwestek mirovî û exlaqî dixwazin. Daxuyaniyek şermezarkirinê, peyamek hevgirtinê, her tiştê ku nîşan dide ku kesek dîtiye û bihîstiye. Lê wan bêdengî hilbijart û me hilbijart ku dengê xwe bilind bikin."

Rakiyye Şair tekez kir ku sendîkaya herêmî dê erkên xwe yên li hember endamên xwe bidomîne, lê dê bi tu saziyek navendî re nexebite û têkilî tenê dikarin ji nû ve dest pê bikin ger bûyerên li Suweydayê werin qebûlkirin û helwestek zelal were girtin.