Li Qamişlo ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan

Şêniyên bajarê Qamişloyê bi boneya Roja Aştî ya Cîhanê meşiyan. Di meşê de peyama "Aştî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve pêkan e” hat dayîn.

Qamişlo – Însiyatîfa Gel a bajarê Qamişloyê, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Meş bi dirûşma "Dem dema azadiya Rêber Apo ye" hat lidarxistin. Bi sedan şêniyên bajar û gundewarê Qamişloyê, endamên saziyên sivîl û hêzên leşkerî beşdar bûn.

Meş ji Çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

Meş li Çerxarêya Şehîd Rûbar veguherî mîtîngê û deqeyek rêz hat girtin. Piştre nameya Rêber Abdullah Ocalan a bi boneya 1’ê Îlonê bi zimanê Erebî ji aliyê endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Darşîn Xelîl û bi zimanê Kurdî ji aliyê endama Kongra Star Bêrîvan Omer ve hat xwendin.

Li ser navê PYD’ê Telet Yûnis axivî  û got: "Bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê em silavên xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re dişînin. Di vê qonaxa dîrokî ya hesas de Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştî û civaka demokratîk bangeke dîrokî kir. Mîsogeriya vê bangê jî bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e. Bêyî azadiya wî ya fîzîkî tu pirsgirêk çareser nebin û pêşketin çênebin."

Piştre li ser navê Kongra Star Hevseroka Nivîsgeha Rêxistinî  ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şaha Xelîl axivî û got: " Îro Roja Aştiya Cîhanê ye. Lê mixabin heta roja îro me tu aştî di cîhanê de nedîtiye.  Wêrankirin, koçberkirin, qetilkirin û şer heta roja îro berdewam dikin."

Şaha Xelîl bi vê boneyê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got "Rêber Apo xwediyê felsefeya aştî û civakek demokrat e. Em ê têkoşînê bidomînin heta azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin."

Mîtîng bi slogana “Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.