Li peravên Lîbyayê keştiyek noqî avê bû: Herî kêm 4 kes mirin
Li peravên Lîbyayê keştiyek ku koçber tê de bûn noqî avê bû. Di keştiyê de herî kêm 4 kes jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan – Li peravên Lîbyayê roja şemiyê du keştiyên ku nêzî 100 koçber tê de bûn noqî avê bûn û herî kêm 4 kes jiyana xwe ji dest dan.
Heyva Sor a Lîbyayê, ragihand ku hemû kesên jiyana xwe ji dest dane, rêwiyên keştiya yekem ên 26 koçberên Bangladeşî hildigirt tê de bûn. Der barê keştiya duyemîn a noqî avê bû û nêzî 70 koçberên Sûdanî tê de bûn de têkildarî windahiya can tu agahî nehat bidestxistin.
Her du keştî jî xeta Deryaya Navîn a mîna "rotaya koçberiyê ya herî kujer a cîhanê" a di navbera Bakurê Afrîkayê û Îtalyayê de tê binavkirin, bikardanîn.
Zêdetirê hezar û 500 kes li Deryaya Navîn jiyana xwe ji dest dan
Her sal bi sedan kes dema hewl didin bi keştiyên qerebalix û ne ewle xwe bigihîn Başûrê Ewropayê jiyana xwe ji dest didin. Di sala 2025’an de heta niha zêdetirê hezar û 500 kes li Deryaya Navîn jiyana xwe ji dest dan an jî winda bûn. Nêzî sêyeka van bûyeran li peravên Lîbyayê qewimî.