Li Pêncewînê cenazeya zarokek 14 salî hat ditin

zaroka 14 salî ya xelkê Seyîdsadiq ku ji ber kar berê xwe dabû bajarokê Pêncawînê, bi awayek xeniqî hate ditîn.

Navenda Nûçeyan- Şeva bûrî Rêveberê Polîsên navçeya Pêncewînê diyar kir ku cenazeya zaroka 14 salî bi awayek xeniqandî dîtine û heta niha nayê zanîn bûyer çawan rû daye.

Navê zarokeka xwendevan a 14 salî Hestiya Faruq e û di sala 2008’an de ji dayîk bûye. Hestya xelkê Seyîdsadiq e û ji bo karkirinê li Pêncwên bû. Heta niha jî nayê zanîn hatiye xeniqandin yan jî xwe xeniqandiye û di derbarê bûyerê de lêpirsîn didome.

Bûyerên kuştin yan jî ber bi xwe kuştinê ve birina jinan li Başûrê Kurdistanê her roja ku diçe zêde dibe, piraniya temenên jinên ku tên kuştin di navbera 14-35 salî de ne û piranî buyerên kuştinê bi destdirêjiya zayendî, tundîtujiya dîjîtal û kuştina bi navê namûsê pêk tên. Her wiha qeyrana aborî û rewşa xirab ya aboriyê bandorê raste rast li ser bûyerên kuştinên jinan dike.