Li Mûsilê cenazeyê 139 kesên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn qetilkirin hatin dîtin

Cenazeyên 139 kesên ku tê gotin ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine qetilkirin, li Mûsilê di goreke komî de hatin dîtin.

Navenda Nûçeyan -Di kolandina gora komî ya Elî Enter a li Til Eferê ya 70 km dikeve rojavayê Mûsilê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve weke goreke komî dihat bikaranîn, hestiyên 139 kesan hatin dîtin.

Nayê zanîn ka çend cenaze di gorê de hene, lê lêkolîn û lêgerîn berdewame. Li gorî agahiyên rayedaran ji medya Iraqê re ragihandî, hestî û bermayên 139 kesan ji gorê hatine derxistin.

Tê îdîakirin ku hestiyên ji gorê hatine derxistin, aîdê Êzîdî, Tirkmenên Şîe û karmendên hêzên ewlehiyê yên Mûsilê ne.