Reham Odeh: Xeza bi xela û nexweşiyên cûda re rû bi rû ye

Şîrovekara siyasî Reham Odeh a li ser êrişên Îsraîlê yê li ser Zîvala Xezayê axivî da zanîn ku zarok û jinên li Xezayê dibin êrişên Îsrailê de dibin hedefa bombeyan, di heman demê de neçarin li dijî xela û nexweşiyan têkoşînê bikin.

RAFÎF ESLEEM

Xeza – Ji destpêka şerê di navbera Îsrail û Hamasê de bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Ji bo rawestandina êrişan li her aliyê cîhanê protesto, meş û çalakiyê cûda hatin li darxistin. Hewldanên saziyên alîkariya mirovî û rêxistinên mafê mirovan çêbûn. Ji bo alîkariya mirovî bigihêje Xezayê welatên ku hewl dida şerê di navbera herdu aliyan de bi dawî bibe û bigihin li hevkirinekê hebûn. Lê belê her roja ku diçe ji ber êrişên Îsrailê hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe, bedelê herî giran yê şer cardin jin û zarok didin.

Nivîskar û Şîrovekara siyasî Reham Odeh diyarkir ku niha welatên ku navbeynkariya muzekereyan di navbera Îsrail û Hamas de dikin diyalogên wan berdewam dike. Reham Odeh da zanîn ku astengiya herî mezin ewe ku israra Îsrail ya ku bi temamî ji Zîvala Xezayê dernekeve û wiha got: “Di pêvajoya muzekereyan de bi giştî siyaseta di navbera herdu aliyan de ku rê li ber krîzê vedike, li hevnekirina di navbera Hamas û Îsrail de, israra Îsrail ya paşdenekişani ye. Îsraila ku daxwaza bi dawî kirina şer û berdana girtiyan qebul nekir, li hevkirinek belaş dixwaze.” 

‘Gelek îhtimal hene’

Reham Odeh destnîşan kir ku tiştên niha li Îsrail tê jiyîn der barê hilbijartinên nêz dibe li hevnekirinên navxweyî, qeyran aborî û krîza bicihbûnên malên xwe terk kirin e û got: “Reqabeta di navbera partiyan de bandora neyînî li rewşa siyasî û aborî kir. Weke di demên dawî de tê gotin di encamê de wê rê li ber hilweşînekê ne veke. Ji bo Xezayê hinek îhtimal hene. Kordînekirina rêveberiya xwecihî ya Zivala Xezayê, leşkerên Îsrailê dibin rêveberiyê de, weke li Şeriaya Rojava, li gel otorîteya Filistin, cardin îhtîmala vegera rêveberiya Zîvala Xezayê, li dijî artêşê berdewamkirina şerê gerilla, rêveberiya komên bi çek ên li bajar û gelek îhtimalên din hene.”

‘Bandorek cidî li jiyana jin û zarokan kir’

Reham Odeh bal kişand ku şer li bajar rê li ber mirina bi hezaran jin û zarokan vekir û wiha dom kir: “Astengdariyên mayînde jî di nav de, şer rê li ber birînên cidî vekir. Bandorek cidî li şert û mercên jiyana jin û zarokan kir. Bi taybet ji ber xelaya li bakur berdewam dike, em rû bi rûbirûyî gelek nexweşiyên weke kêmxwînî (anemi) û hepatît tên. Hewldanên derman û alîkariyên mirovî tên astengkirin. Jinên ducanî di mijara tendirûstiyê de alîkariya pêwîst nagrin. Ev jî bû sedem ku gelek jinên ducanî pitikên xwe winda bikin. Jinên ducanî, neçar dimînin ji bo welîdîna zarokên xwe lêgerîna cihek bi ewle bike. Di heman demê de bi hezar zarok ji perwerdê bê par man. Perwerdeya xwe ya dibîstan û zanîngehan temam nakin.”

‘Hejmarek zêde ya jinan hatine girtin’

Reham Odeh îşaret bi wê yekê kir ku di dema şer de jin ji mafê xwe yê herî bingehîn ava paqij bê par tên hiştin, ev rewş rê li ber nexweşiya Kolera û gelek nexweşiyên din vedike. Reham Odeh  anî ziman ku hejmarek zêde ya jinan jî hatine girtin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Jinên ku li navendên binçavkirina Îsrailê tên girtin rastî tundiya fizîkî û derûnî tên. Ji ber şer derûniya jin û zarokan têk diçe. Nîşaneyên travmaya şer jî zêde dibe.”