Li Mûsil û Diyalayê cenazeyên du jinan hatin dîtin
Cenazeyê jinek ciwan li bajarokê Berdereş ê Mûsilê hat dîtin û jinek bi temen jî li Gulaleya Diyalayê ji aliyê zavayê xwe ve hat kuştin.
Navenda Nûçeyan- Rêveberiya Giştî ya Polîsên bajarokê Berdereş ragihand ku îro danê sibehê cenazeyê jinek ciwan a 17 salî nêzî gundê Amyan li ser riya Berdereşa Mûsilê hatiye dîtin û rakirine nexweşxaneya dadê ya Dihokê.
Her wiha hat diyarkirin ku ew jina ciwan xelkê bajarokê Berdereşê ye û guleyek li serê wê ketiye. Lê belê heta niha nayê zanîn wê xwe kuştiya yan jî ji aliyê kesek ve hatiye kuştin, ji ber ku demançeyek nêzî cenazeyê wê hatiye dîtin.
Li aliyê din rêveberiya polîsên Diyalayê jî ragihand ku polîsên Gulaleyê kesek bi tometa kuştina jinek bi temen 78 salî ku cenazeyê wê hatiye dîtin girtine û cihê kêrê li bedena wê de hene.