Li Morîtanya sûcên zayendî zêde dibe
Seroka Komeleya Jinan a Gelên Haneyê Aminatou Mint Mokhtar diyar kir ku li Morîtanyayê ji ber ku çanda êlê serwer e, jin di her qadên jiyanê de pirsgirêkan dijîn, tenê di nav salekê de 924 jin bi destdirêjiyê re rû bi rû hatine.
ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Tûnis – Li Morîtanyayê jin, ji ber kevneşopiyên êlên ku di civakê de serwer in, di aliyê maf û azadiyan de rastî gelek tengasiyan tên. Tevî ku jin di pozîsyonên diyar de bi hêz bûne, ya rast ew e ku jin dibe di jiyana kar de jî, di jiyana civakî de jî di bi destxistina mafên xwe yên bingehîn de rastî gelek tengasiyan tên. Ev rewş ji derveyî lawazkirina guherînên yasayî yên ku mafê jinan diparêze, di jiyana rojane de jî çavkaniya xwe ji serweriya feraseta mêrsalar ku gelek qadan kontrol kiriye, digre. Cûdakariya xizanî û zayendî di qadên cûda de li pêşiya pêşketina jinan dibe asteng.
Her sal bi sedan jin rastî destdirêjiyê tên
Seroka Komeleya Jinan a Gelên Haneyê Aminatou Mint Mokhtar bal kişand ser pirsgirêkên ku jin dijîn. Aminatou diyar kir ku li Morîtanyayê her sal nêzî hezar jin rastî destdirêjiyê tên, ji ber belavbûna feraseta êlê, kêmaniya îradeya siyasî ku jiyana jinan baş bike, di sûcên zayendî de zêdebûn çêbûye û wiha got: “Li gorî Îstatîstîkan, bûyerên destdirêjiyê hinek rojan 4, hinek rojan derdikeve 11 bûyeran. Komeleya me di sala 2024’an de 924 bûyerên destdirêjiyê qeyd kirine. Ev rewş gihîştiye asta ku mirov dike nav fikaran. Lê belê ev sûc wek tê xwestin nayê bikaranîn. Jinên ku rastî destdirêjiyê hatine ger ji malbatek nas be, tê protestokirin an jî daxuyaniyên fermî tên dayîn.”
Civak di bin bandora êl û şêxan de ye
Aminatou Mint Mokhtar da zanîn ku li Morîtanyayê tevî hebûna hinek komeleyan, tevgerên jinan lewaz in an jî qet tunene û wiha got: “Sedema vê yekê, bandora bihêzbûna êl û şêxan e. Êl û şêx ji bo civakê azadiya jinan û ji bo misogerkirina mafên wan, wek ‘bêeslbûn’ dibîne. Li Morîtanyayê jin di nava êşê de dijîn. Bi taybetî ji ber ku bi qasî pêwîst dike girîngî nadin nirxên maf, edalet û wekheviyê, rastî cûdakarî û dûrxistinê tên. Gelek jin ji ber kêmaniya hişyariyê û rewşa heyî, bawer dikin ku ji bo wan tiştê herî baş e, heta bi ser de dibêjin ku bila ev rewş bidome.”
‘Derfetên ku jin bighên pozîsyonên rêbertiyê, sînordar dimînin’
Aminatou Mint Mokhtar anî ziman ku gelek deman bêyî li tecrubeyan bê nihêrtin û li gor êl û aydiyetên siyasî jin teyînên pozîsyonên rêbertiyê dikin. Aminatou destnîşan kir ku tevgerek femînîst a rast ku ji bo pirsgirêkên jinên welat bighê hedefên xwe zelal e tuneye û wiha got: “Di vê wateyê de gelek jinên di pozîsyona rêbertiyê de bandora wan a rast tuneye. Tenê ji bo dîmena siyasî xweşik bikin tên erkdarkirin. Ji sedî 52,93’ê jinên Morîtanyayê hatine perwerdekirin, lê belê fersendên ku ji bo werin pozîsyonên rêbertiyê, sînordar in. Ev rewş bandora feraseta êlê ya serdest, diteyîsîne.”
‘Jin li gorî mêran zêdetir di nava xizaniyê de dijîn’
Aminatou rewşa heyî û encamên wê rexne kir û wiha got: “Rejîma Nuakşot, rola jinan tenê bi qada aborî re sînordar dibîne. Mafên jinan tenê ji vê perspektîfê digrin dest. Jinên li Morîtanyayê, li gor mêran zêdetir di nava xizaniyê de dijîn. Kêmaniya vîzyonek femînîst ku wekheviyê destek dike û cihnegirtina mafên wan a di yasayan de, serdestiya êlê bi hêz dike. Kêmaniya dengên jinên bi hêz ku mafên xwe diparêzin û rêbazên cûda yên di navbera jinan de û vîzyon, dibe alîkar ku serdestiya êlê bidome.”
Aminatou Mint Mokhtar da zanîn ku jinên ku di sektora hêzên kar de cîh digrin, asta wan a perwerdê çi be bila bibe rastî cudakiriyê tên û wiha dom kir: “Ev rewş çavkaniya xwe ji lewaziya hêza kar a li welat digre. Ji ber ku gelek sazî serbixwe xebat dikin û yasaya ku parastina jin û zarokan dike, tê piştguhkirin.”
Zarokan dizewicînin
Aminatou bal kişand ser pêşnûme zagona ku jinan ji tundî, destdirêjî û zewaca di temenê zarok de diparêze û wiha got: “Tevî erêkirina Serok û Senaktoyê ya di sala 2018’an de, yasa ji sala 2012’an ve hatiye piştguhkirin. Parlementoyê, ji ber ku otorîterên olî û êlê peyva ‘zayend’ mîna tabû dibînin, pêşnûmezagon red kir. Ev rewş di mijara pêkanîna zagonên ku jinan diparêze de, kêmaniya îradeya siyasî diteyîsîne. Li Morîtanyayê êrîşên destdirêjiyê û zewacên di temenê biçûk de zêde bûne. Ev di heman demê de yek ji pirsgirêkên ku li Morîtanya herî zêde jin rastî tên e. Malbat, ji bo zarokên xwe yên keç ji destdirêjiyê rizgar bikin yan jî ji ber rewşa aborî zarokên xwe di temenê biçûk de didin zewicandin. Ji bo rewakirina van pêkanînan hinek propagadayên olî bikar tînin. Ev rewş li dijî peymanên navnetewî ên derbarê mafên zarokan de ye.”
Aminatou Mint Mokhtar bal kişand ser dozên hevberdanê yên li Morîtanyayê û anî ziman ku bi taybetî rêjeya hevberdanê di nava malbatên xizan de gihîştiye ji sedî 79’an. Aminatou got ji ber ku jin di mijara hiqûqî de xwedî agahî nînin û destûr nayê dayîn ku bikevin hêza kar, bi temamî ketine rewşa bi mêran ve girêdayî.”
‘Bi fetwayek xwestin bêm darvekirin’
Aminatou Mint Mokhtar destnîşan kir ku ji ber tunebûna fona parastina jinebiyan û zarokên wan, êşên wan zêdetir bûne. Aminatou da zanîn ku jinên doza azadiyê dikin rastî gefan tên û wiha got: “Jinên ku di lêgerîna rizgariyê û serxwebûnê de ne, rastî gefan tên. Ez jî, ji ber têkoşîna azadiya jinê, rastî hewldanek wiha hatim. Bi fetwayekê xwestin ku ez werim darvekirin.”
Divê stratejiyek hevpar hebe
Aminatou Mint Mokhtar bal kişand ser girîngiya piştevaniya hevpar a ku jinên Mexrîb, Efrîqa û Rojhilata Navîn nîşan dane û wiha got: “Jinên Morîtanyayê, bi taybetî di qadên azadî û mafan de bi welatên din re di nav danûstandina tecrubeyan de ne. Divê derbarê pirsgirêkên jinan de desteka berfireh hebe, divê li gor reng û nijadê neyên cûdakirin. Divê hewldan xwe bispêre stratejiyek hevpar ku mijarên wekhevî û pêşketinê destek dikin.”