Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi koma 160’emîn didome

Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 160’an, di roja xwe ya 820’emîn de didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, duh bi dewirgirtina koma 160’emîn, di roja xwe ya 820’emîn de didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin deqeyek rêzgirtin hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 159’emîn Kajîn Ozek daxuyaniyek xwend.

‘Komplo di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd bû’

Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin ku ev 27 salin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê dibin tecrîdek girankirî de berxwedanek bêhempa dide meşandin û wiha hat gotin: “Em di meha Cotmehê de ne, meha ku komplo li beramberî Rêber Apo destpêkir. Ev komplo di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd, Kurdistan û Rojhilata Navîn bû. Rêber Apo girtina xwe weke destpêka şerê Cîhanê yê sêyemîn binav dike. Piştî ku komplo destpêkir dewleta Tirk û hêzên komploger bi hemu hêza xwe hewldan doza Kurdistanê ji holê rakin. Êdî ji vê saetê û şûnde kes nikare Tevgera Azadiyê têk bibe. Ger komplo navnetewî be, têkoşîna Kurdan jî navnetewî ye. Rêbertî ev komplo vale derxist.”

Daxuyanî bi van gotinan dawî bû: “Em ê wek jinên li ser xeta ku Zîlan û Bêrîtanan ji me re diyar kirine, heta dawî bimeşin û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger nekin di nava têkoşîn û berxwedanê de bin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 160’emîn dawî bû.