Li Misrê zilamekî hevjina xwe bi îşkenceyê kuşt

Li Misrê zilamekî 60 salî, dest û piyên hevjina xwe ya 50 salî bi tayek girêda û bi kabloyekî elektrîkê û textek êrîşê wê kir. Di encama êrîşê de jin bi giranî birîndar bû û mir.

Navenda Nûçeyan – Li parêzgeha Cîzayê ya Misrê, cînayetekî malbatî ya trajîk qewimî. Jineke 55 salî ji aliyê hevjinê xwe ve hate kuştin. Hat diyar kirin ku zilamek 60 salî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi gumanbariya kuştinê hate binçavkirin.

Bûyer, piştî ku ji hêzên ewlehiyê re gilî hat kirin, derket holê. Tîmên ewlehiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û lêpirsînek ji bo diyarkirina şert û mercên mirinê û berhevkirina agahî û delîlan hat destpêkirin.

Li ser cenazeya jina hatî kuştin şopên lêdan û birînên curbecur hat tesbît kirin. Her ku lêpirsîn kûrtir bû, gumanên li ser hevjinê wê zêde bûn.

Hat diyarkirin ku di navbera hevjinan de nîqaş derketiye û zilam dest û piyên hevjina xwe girêdaye û bi kabloyek elektrîkê û textek êrîşê jinê kiriye. Di encama êrîşê de jin bi giranî birîndar bû û mir.

Hêzên ewlehiyê zilamê gumanbar girtin. Hat ragihandin ku di lêpirsînê de li xwe mikur hatiye. Li gorî tomarên lêpirsînê yên destpêkê, bersûc nakokiyên malbatî wekî hincet nîşan daye.