Çalakvana sivîl Şîrîn Mesûdî li cihê karê xwe hat binçavkirin
Tevî aloziya leşkerî û zextên berdewam ên li ser civaka sivîl li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê yên Îranê li Mehabadê bi ser cihê kar ê çalakvana sivîl Şîrîn Mesûdî de girtin û ew bêyî biryara dadgehê binçav kirin.
Navenda Nûçeyan – Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, tevî alozî û rewşên curbicur, zextên rêjîmê yên li ser civaka sivîl bê navber didomin. Desthilata Îranê zext û fişarên xwe yên li ser jin û ciwanan didomîne, her wiha binçavkirin, girtin û darvekirinê wekî rêbazên tirsê bi kar tîne.
Serdegirtina cihê kar û binçavkirina nezagonî
Li gorî rapora Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, hêzên Îtlaatê êvara roja 19’ê Tebaxa 2026’an bi ser salona bedewiyê ya Şîrîn Mesûdî ya li nêzî Pira Qaniê ya Mehabadê de girtin. Hêzên îstixbaratê bêyî ku tu biryareke dadgehê pêşkêş bikin, ev çalakvana sivîl bi awayekî tund binçav kirin.
Agahî ji rewşa Şîrîn Mesûdî nayê girtin
Piştî binçavkirinê, Şîrîn Mesûdî birin girtîgeha Îtlaatê ya li Urmiyê. Malbata wê bi serdana saziyên ewlehî û dadwerî re hewl dan ku agahiyan li ser rewşa wê bigrin, lê heta niha tu bersiveke zelal der barê rewşa wê de negirtine.
Şîrîn Mesûdî perwerdekara salonên bedewiyê ye, endama Koma Çiyageriyê ya "Raşan" e û di nava çend saziyên xêrxwaziyê de li Mehabadê de çalak e.