Li Misrê 7 zarok di nav çemê Nîlê de xeniqîn
Li Misirê di çemê Nîlê de motorek avê ku di nav de 10 kes hebûn qulibî û 7 zarok xeniqîn.
Navenda Nûçeyan - Li bajarokê Qurna ya li rojavayê parêzgeha Luxor a Misirê, di çemê Nîlê de motorek avê ya 10 kes di nav de bûn qulibî. Di encama qezayê de 7 zarok xeniqîn.
Li gorî çavkaniyên medyayê, di motorê avê de 10 kesên ji heman malbatê hebûn. Hat ragihandin ku tîmên rizgarkirina çem heya niha cenazeya 2 zarokên 11-13 salî û 5 zarokên ku emrê wan di bin 14 salî de ye wergirtine.
Servîsa ambulansê li başûrê Misrê Jor 5 ambûlans şandin cihê qezayê. Di qezayê de her dû hevjîn hat rizgarkirin û heft zarokên ku jiyana xwe jidest dan birin morga Nexweşxaneya Navendî ya El-Qurna.