Li Mexrîbê têkoşîna jinan

Çalakvana mafên mirovan Zehra El-Werdî li ser pêşketina tevgerên femînîst ên li Mexribê axivî û bal kişand ser zehmetiyên ku tevgerên femînîst bi wan re rû bi rû dimînin.

HENAN HERAT

Mexrib – Zêdetirî 50 salan e çalakvan û hiqûqnas Zehra El-Werdî ji bo parastina mafên jinan û keçan li Mexribê têdikoşe. Zehra El-Werdî di nava Yekitiya Niştîmanî ya xwendekarên Mexribê de ji destpêka salên 70'yî ve û piştre di sala 1983'an de di nava Rêxistina Karên Demokratîk de cih girt. Her wiha ew endama desteya redeksiyona rojnameya "8'ê Adarê" ku di salên 1980'î de derdiket bû, di heman demê de yek ji damezrînerên Yekitiya Karên Jinan di sala 1987'an bû ku rêvebirina wê jî di navbera salên 2012 û 2016'an de kiriye.

Zehra El-Werdî der barê têkoşîna jinan a li Mexribê de bersiva pirsên ajansa me da.

*Tevgera femînîst li Mexribê çawa dest pê kir? Çi faktoran bandor lê kir?

Em nikarin behsa çêbûna tevgera femînîst a Mexribê bikin bêyî ku em behsa siyaset civak û aboriyê bikin, çi di dema dagirkeriyê de û çi jî di dema serxwebûnê de.

Yek ji girîngtirîn faktorên ku di vê riyê de beşdar bû derketina Tevgera Neteweyî û Berxwedanê bû ku bi xwe bingehek ji pêşxistina jinan û rêxistinkirina wan di berxwedana li dijî dagirkeriyê de her wiha di bingeh de baldarî da piştgiriya Tevgera neteweyî û komkirina alîkariyan ji bo sûdê bide berxwedêran û kesên nizanin bixwînin û binivîsînin her wiha karê xêrxwaziyê.

Destpêşxeriyên destpêkê yên rêxistina jinan "Xwişkên El-Sefa" ji partiya El-Şûra û Serxwebûnê û desteya jinan a partiya Serxwebûnê derket, piştre jî partiya Yekitiya Neteweyî ya Hêzên Gelêrî, bi destpêkirina serxwebûnê re damezrandina sektorên jinan di hundirê van partiyan de dest pê kir. Her wiha Yekitiya Neteweyî ya femînîst weke rêxistineke jinan a fermî ku Mîr Fatma El-Zehraa serokatiya wê dike hat damezrandin.

Pêşketina malbatên Mexribî li ser fêrkirina keçan hemû bi saya berxwedanên tevgera neteweyî bû, encamên wê jî piştî derçûna nifşên yekemîn ji jinên ku di karê femînîst de rêveber bûn xuya kir.

Li aliyê din jî bandora faktorên derve jî di fêrkirina keçan û derketina jinan ji bo kar û beşdariya di karên siyasî de hebûn her wiha şoreşa xwendekaran li Fransayê di sala 1968'an de dengek ji ciwanên jin û mêr re li Mexribê veda.

Di heman demê de rola desteya Neteweyên Yekbûyî di bicihanîna mafên jinan û derketina lihevkirinên neteweyî de ku dewletan li ser erê kir û bikaranîn, di nav de jî Mexrib hebû ku di demeke zû de di vê rêxistina mafan de cihê xwe girt bi taybetî ya girêdayî mafên jinan  û hejmarek ji zagonan ji bo li gorî karên navdewletî be. Her wiha hejmarek ji Konferansên Navdewletî yên taybet bi nîqaşkirina mafên jinan di kar û fêrbûnê de û parastina wan ji tundî û îstîsmarkirinê, gihîştina pozîsyonên biryargirtinê bi mêran re li ser bingehek wekhev e. Ev hemû li gorî pêwîstiyê ne û hin pirsgirêkên rastîn ji paşguhkirin îstîsmarkirin û nebûna maf ku jinên Mexribî tê re derbas bûye hatin kirin.

Ev faktor hemû bûn sedem ku Tevgera Femînîst a Mexribî were damezrandin, bi pêş bikevin û pisporiyê bi dest bixin. Ev yek bû sedem ku jin bikaribin pêşinyarên xurt bikin û bibin hevkar di danîna siyasetan de. Di heman demê de jin bi pêşniyarên xwe bûn hêza zextê bi riya meş û xwepêşandanên protestoyî, birêxistinkirina dadgehan û amadekirina raporan. Weke din jî bi pêşkêşkirina projeyên zagonî weke projeya zagona bazirganiya mirovan û daxwaz û parêzvaniyê derxistina daxuyaniyan birêxistinkirina panelên rojnamevanî, gihandina pêşniyaran ji aliyê têkildar re birêxistinkirina diyalogan bi xwediyên biryarê re û beşdariya kongreyên neteweyî.

Sektorên femînîst ên partiyan jî rolek di derxistina dozên jinan di hundirê partiyan de lîstin. Ev yek bû sedem ku bigihîjin cîhazên partiya rêveberî û namzetiya hilbijartinan. Ya herî girîng jî sektora femînîst a Yekitiya Sosyalîzmê û ji rêxistina karên demokratîk gelêrî, ji bo pêşketin û sosyalîzmê partiya serxwebûn û yekitiya destûrî bû. Weke din klubên jinan ji berxwedêrên çepgir ên di hundirê Yekitiya Neteweyî ya Xwendekarên Mexribê de hatin vekirin ji bo xwendekar û mamoste der barê dozên jinan û mafên wan xwe bi pêş bixin.

*Tevgera femînîst a Mexribî di bidestxistina daxwazên xwe de bi ser ket an na?

Berdewamkirina Tevgera Femînîst a Mexribê û pêşketina wê, pêşketina şêwazê karê wê û firehiya rûbera wê bidestxistina pisporiyê û derbaskirina hemû zehmetiyên pê re derbas dibin ku ji zêdetirî 40 salan ve rûbirûbûyî wê dimîne bi xwe serkeftinek e.

Jin dikaribûn zanatir bibin û bêhtir rastiya jinan nas bikin bi riya lêkolîn, lêpirsîn û serjimariyan, ew di berxwedana xwe û daxwazên xwe de bi bidawîbûna salên 70'yî û destpêkirina salên 80'yî de xwe spart lêvegerên mafî û baldarî da zanakirinê bi riya panelên fikrî û pêngavên dilxazî.

Tevgera femînîst di berxwedana xwe de ji bo rakirina destkeftiyên rastîn ji girîngiya sererastkirina zagonên ku cudakariya li dijî jinan pêk tînin û pêşketina wan asteng dikin 'Pêngava Milyonek Îmze' di sala 1992'an de tevî nîqaşa hişk a ku hat pêşniyarkirin bi sererastkirinên biçûk di sala 1993'an de hat.

Di vê pêvajoyê de Mexribê karê xwe yê hiqûqî berdewam kir, destûr sererast kir û hikûmeta dewrî damezirand. Desteya wekhevî û lihevanînê, damezrandina desteya şêwirmendiyê ya mafên mirovan, paşê damezrandina Meclisa Neteweyî ya mafên mirovan û erêkirina Mexribê ji lihevkirina dadweriyê li ser hemû rengên cudakariyê li dijî jinan di sala 1993'an de pêk hat. Hinek sererastkirinên girîng di zagonên neteweyî û sûcan de hatin kirin. Zagona kar a 2003, zagona neteweyî, tedbîrên cudakariya erênî ji bo jin bikaribin bigihîjin meclisên namzedî û sererastkirina bloka malbatî 2004. Nûkirina pirtûka dewletê ya taybet bi jinan û piştre wezareta piştgiriya jinan û stratejiya neteweyî ya têkoşîna li hember tundiyê. Piştre derketina zagona 13-103 ya têkoşîna li hember tundiya li dijî jinan, her wiha zagona têkoşîna li hember bazirganiya jin û zarokan 2016 û zagona karker û kerkerên malan derketin.

Tevgera femînîst di wan pêvajoyên siyasî û hiqûqî yên li Mexribê de derbas bû amade bû, ji bo sererastkirina destûra 2011’an ew bi bîranîna xwe li pêşiya Komîteya Şêwirmendiyê sekinî ku perespektîfên wekheviyê di hemû mafên siyasî aborî civakî çandî û jîngehî de hene. Her wiha ji bo danîna desteyek wekheviyê û têkoşîna hemû teşeyên cudakariyê li dijî jinan. Weke din jî çêkirina koordînasyoneke jinan ji bo berdewamkirina sererastkirinên kokî û giştî ji bloka malbatî re piştî 20 salan ji sepandina wê.

*Li gorî nêrîna te torên medyaya dîjîtal rola xwe di tevgera femînîst de li Mexribê di dema niha de dilîzin an na?

Torên medyaya dîjîtal roleke girîng di hemû tevgerên civakî siyasî û femînîst de di tijîkirina raya giştî ya neteweyî û navdewletî de dilîzin. Em dikarin wê weke çekeke du alî jî bi nav bikin.

Rêxistinên jinan awayên têkiliyê ji bo pênasekirina daxwazên xwe û pêşkêşkirina pêşniyarên xwe dispêrin rastiyê û azarên jinan ji tundî îstîsmarkirin heyfhilanîn û cudakariyê radixe ber çavan her wiha serjimariyan bi riya şahidan li gorî derfetên heyî dide.

*Karên li pêşiya tevgera femînîst a Mexribê çi ne?

Karê zanakirina civakê û bilindkirina karînan, mafên siyasî civakî û aborî bilind dike û jinan ber bi hemû waran ve bi pêş dixe her wiha şer li hember cudakarî û tundiya li dijî wan dike.

Rola civaka sivîl weke hêzeke pêşniyarkirî di danîna van siyasetan de dimîne. Hikûmet temînata karê wê dide û piştgiriya madî dide, bi hêza zagonan wê tevlî dike. Di heman demê  de rola hişyarkirinê jî dilîze. Lê belê rastî ne ev e ji ber tevgera femînîst rastî gelek zehmetiyan tê. Jê tê xwestin karê xwe bi pêş bixe stratejiyan ji bo pêşxistina berhemên xwe yên mirovî û madî deyne, têkiliyên xwe bi pêkhateyên civaka sivîl re çêbike. Planên karên hevbeş ji bo tensîqê deyne û pêşkêşkirina pêşniyaran bike.

Lê belê ew li ser asta mijarî rastî gelek rûnirûbûyînan tê ku li pêşiya daxwazên wê dibe asteng ji ber mêjiyên hişk û nezanebûna di nav civakê û bi taybetî li gundan.