Jinên Beluc çek hilgirtin
Artêşa Rizgariya Belucistan ev cara yekeme wêne û nasnameya jinek a Fermandar a bi navê Şehnaz Beluc li gel komek jinên din ên ku çek hilgirtîne belav kir.
Navenda Nûçeyan – Artêşa Rizgariya Belucistan ev cara yekeme nasnameya jina Fermandar a bi navê Şehnaz Beluc li gel wêne û agahiyên peywendîdar bi yekîneya jinên ku çek hilgirtîne re belav kir.
Ev kom hikûmeta Pakistan bê parkirina herêma wan di aliyê siyasî û aborî de sûcdar dike. Hikûmeta Pakistan vê komê wek rêxistina terorîst û gef ji bo ewlehiya neteweyî ya Pakîstanê dibîne.
Pispor diyar dikin ku, eşkerebûna jinên di peyama koma leşkerî de dikare bibe hewldanek ji bo zêdekirina bandorên civakî û balkişandina medyayê û ji nû ve pênasekirina têkoşîna çekdarî di civaka kevneperest a Baluc de.
Di salên borî de rola jinan di hinek êrîşan de, bala medya kişand. Lê belê nasandina fermandarek jin bi fermî ji aliyê vê komê ve pêşketinek nû ye.