Li Mexrîbê sempozyûma ‘Rewşa jinan di nav daxwaz û qedexeyan de’

Endamên rêxistinên jinan ên Mexrîbê, yên beşdarî sempozyûma "Rewşa niha ya jinan di nav daxwaz û qedexeyan de" bûn banga xurtkirina jinan li her qadê, gihandina edaletê û vekirina stargehan ji bo jinên rastî şîdetê tên, kirin.

RAJA KHAIRAT

Mexrîb – Yekîtiya Çalakiyên Jinan a li Marakeşê ya Mexrîb di 10’ê Cotmehê roja Pêncşemê de bi wesîleya 10’ê Cotmehê ya Roja Jinên Kedkar ên Mexrîbê ku her sal di 10’ê Cotmehê de tê pîrozkirin, bi diruşmeya "Rewşa heyî ya jinan di nava daxwaz û astengiyan de" semînerek li dar xist. Tevgerên jinan ên beşdarî sempozyûmê bûn, destkeftiyên deh salên dawîn nirxandin. Di nirxandinan de hat destnîşankirin ku yasaya malbatê ya heyî jinan rast pênase nake û ji bo vê jî pêwîstî bi guhertineke radîkal û berfireh di qanûna malbatê de heye.

Ji bo wekheviya zayendî têkoşîn divê

Seroka berê ya Yekîtiya Tevgera Jinan Saîda El Wadî di çarçoveya sempozyûmê de axivî û destkeftiyên 10'ê Cotmehê Roja Neteweyî ya Jinan a Mexrîbê di têkoşîna dirêj û dijwar a tevgera jinên Mexrîbê de ji bo bidestxistina destkeftiyan bi bîr xist. Saîda El Wadî got: “Di têkoşîna jinan de ji her demê bêhtir derfetên pêşketinê hene. Derfetên nirxandin, ronîkirin û pêşxistina plansaziyên pêşerojê yên jinan hene. Li gel naveroka Destûra Bingehîn a 2011’an peyman û qanûnên navneteweyî yên hatine pejirandin jî hene. Ji bo jin bigihêjin statuya ku heq dike, bi taybetî di warê wekhevî û wekheviya zayendî de divê têkoşînek xurtir bê meşandin û bi israr daxwazên jinan bên berçavgirtin. Gotinek heye ku ji bo dîtina derman divê tiliya nexweşiyê were danîn. Lewra divê em jî bi têkoşîna xwe mafên xwe bi dest bixin û ji bo vê bikevin nav tevgerê.

Seîda El Wadî destnîşan kir ku divê jin di asta neteweyî û navneteweyî de refên xwe bikin yek û dengên xwe bigihînin hev û bandorê li pêvajoyê bikin û wiha dewam kir: “Yekîtiya Tevgera Jin bi salan e bi pêkhateyan re di nava pêvajoyeke têkoşînê de ye. Jinên me yên têkoşer rastî her cure heqaretan tên, heta heqaretan tê kirin. Van nêzîkatiyan me jinan zêdetir kir yek û hişt ku em bi hevre bin.”

‘Zagonên heyî mafê jinan binpê dike’

Parêzera ji Marrakêşê Hasnaa Bel Bannar bal kişand girîngtirîn dijwarî û astengiyên ku jin di dema nakokiyên zewacê de rû bi rû dimînin û nakokiyên ji ber neheqiyên ku bandorê li wan dike. Hasnaa Bel Bannar nebûna qanûnên ku jinan û zarokên wan ji şîdetê diparêze nirxand û diyar kir ku jin hîn jî rastî her cure tundiyê tên. Hasnaa Bel Bannar diyar kir ku li gor qanûna 10313’an a li Mexrîbê jiên ku bi tundiyê rû bi rû tên ji bo rewşa xwe îsbat bikin divê şahidan bînin lê eger îfadeyê şahid neyê girtin, doz tê girtin û mafên jinên rastî şîdetê tên tê binpêkirin. Hasnaa Bel Bannar da zanîn ku bihêzkirina aborî ya jinan weke pêwîstiyeke bingehîn dimîne ji bo ku karibin bi rûmet û bê girêdayîbûna bi mêrên xwe bijîn, ji ber ku jinên serbixwe di warê aborî de gelek caran dikarin biryarên xwe kontrol bikin û neçarin tundî û destdirêjiyê ragirin.

Hasnaa Bel Bannar derbarê mafên qanûnî de bal kişand pêdiviya lê haydarbûna jinan û got ku ev zagonên mafên jinan binpê dike divê bên guhertin.

‘Jin ji navendên biryardanê tên dûrxistin’

Endama Sendîkaya Kedê ya Jinan Naîma Akdad jî diyar kir ku ev sempozyûm ji bo nirxandina rewşa jinên Mexrîbê û ji bo destnîşankirina destkeftî û hêviyên herî girîng ên tevgera jinan stasyoneke girîng e. Naîma Akdad got, tevî destkeftiyên ku jinan bi dest nexistine jî veguherîna Qanûna Rewşa Kesane bi salan girt. Naîma Akdad diyar kir ku di encama têkoşîna jinan de qanûna malbatê di sala 2004’an de ket meriyetê û got:

“Piştî bîst salan ji cîbicîkirinê gelek aliyên kêmasiyên van yasayan derketin holê. Di gelek waran de hevsengiyên mezin çêbûn û tê çaverêkirin ku yasaya serastkirî bikeve meriyetê. Di derbarê parastina civakî ya jinan û bihêzkirina aborî û siyasî ya jinan de gelek lêkolînên girîng hatine destpêkirin bi teşwîqkirina wan ji bo hilberîna projeyên dahatê. Lê dîsa jî jin rastî neheqî, dûrxistin û biçûkxistinê tên û ji navendên biryargirtinê tên dûrxistin. Rewş yek ji şert û mercên herî bingehîn e ji bo jiyaneke birûmet û diyar kir ku rewşa jinên gundewar her ku diçe xerabtir dibe.” Naîma Akdad bang li kodetaya malbatê kir ku hemû mafên jinan misoger bike û li gorî Destûra Bingehîn a Mexrîbê be.