Ayşe Acar Başaran: Di 12’ê Hezîranê de emê ber bi Gemlîkê ve bimeşin

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, di civîna çapemeniyê ya ku li navenda giştî ya partiya xwe li dar xist de rojevê nirxand.

Enqere - Ayşe Acar Başaran a bal kişand ser têkoşîna hiqûqî ya li dijî derketina ji Peymana Stenbolê hatiye destpêkirin, derbarê dozên li Şûraya Dewletê tên meşandin axivî.

"Çend rayedar hejmara fermî parvenekin jî piştî betalkirina Peymana Stenbolê heta niha 495 jin hatin qetilkirin. Em dibêjin herî kêm ew qas jin hatiye qetilkirin. Demek dirêje bi israr wezaret daneyên şîdeta li hemerî jinê aşkera nake. Ji ber ku dixwazin di nava civakê de şîdeta li hemberî jinê wek kêm bûye nîşan bidin. Tenê di meha gulanê de 32 jin hatin qetilkirin. Îqtîdar naxwaze şîdeta li hemberî jinê asteng bike, bêtir dixwaze asta şîdeta li hemberî jinê zêdetir bibe. Bêtir bi xizaniyê re rûbirû bimîne û naxwazin jin têkoşîna azadiyê bimeşîne. Ji bo wê yekê jî bêtir êrişê jinên têkoşer dike û wan jinan dike hedef."

“Em ê dev jê bernedin”

Ayşe Acar Başaran diyar kir ku hikûmet gotinên xwe yên cudakar ên li hemberî jinan didomîne û wiha axivî: “Weke jin em ê li dijî van nêzîkatiyên zayendperest dev ji têkoşîna xwe bernedin û em ê parastina Peymana Stenbolê bidomînin. Ji bo jinên ku jiyana wan ji destê van hatiye girtin, emê Peymana Stenbolê bi cih bînin.”

“Îqtîdara AKP'ê ji bo ciwanên jin tiştekî nake”

Ayşe Acar Başaran, da zanîn ku jinên kurd, di çarçoveya polîtîkayên taybêt ên şer de bi şîdeta polîsan re rûbirû dimînin. Ayşe Acar Başaran, destnîşan kir ku her roja ku derbas dibe jin bi şîdeta fîzîkî, gotinên nifir û zayendperestiyê re rûbirû dimînin û wiha bi lêv kir: "Di qeyrana aborî de herî zêde jin mexdûr dibin. Di 5 mehên îsal de tenê 45 karkerên jin jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku gelek jin di şert û mercên ne ewle de dixebitin û xebatên wisa jî li jinan tê ferzkirin. Xebata jinan a bi ewle wek luksek tê dîtin. Di sedsala 21'an de jî hêj jin têkoşîna karê wekhev û mûçeya wekhev didin. Têkoşîna sendîkabûyînê didin. Mê par kampanyaya 'Ji bo jinan edalet, ji xizaniya jinê re na' da meşandin. Me dît ku jin bi xizaniyê re rûbirû mane." Ayşe Acar Başaran diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêkên herî dijwar ciwan dijîn, bê kar in, bê hêvî ne, bê pêşeroj in û ji ber ku îqtîdara AKP'ê ji bo ciwanên jin tiştekî nake.

Meşa Gemlîkê

Ayşe Acar Başaran diyar kir ku tifaqa AKP-MHP'ê bi awayekî israr çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd daye aliyekî û bilêv kir ku ji bo dawî li tecrîdê bê û çareserî bê dîtin dê di 12'ê Hezîranê de ber bi Gemlîkê ve bimeşin.

Ayşe Acar Başaran, anî ziman ku jinên têkoşer û rojnamegerên ku heqîqetê dinivîsin bi binçavkirin û darizandinan hewl didin bên tirsandin û wiha axivî: “Di dîrokê de jî diyar e, bi binçavkirin, girtin û kuştinan çapemeniya azad nehatiye bêdengkirin. Her tim heqîqetê ji civakê re ragihandiye. Em carek din dibêjin em ê li cem çapemeniya azad bin."