Li Mexmûrê mîhrîcana 4’ê Nîsanê bi pêşbirkan didome

18’emîn Mîhrîcana 4’ê Nîsanê ya wargeha penaberan a Mexmûrê di roja duyemîn de bi pêşbirkên werzîşî didome.

Mexmûr - Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, 18’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê di roja duyemîn de berdewam dike. Pîrozbahiyên ku her sal bi şîara “Bi rihê 4’ê Nîsanê ber bi azadiyê ve” tên lidarxistin, îro bi pêşbirkên werzîşî yên rengîn derbas dibin.

Di roja duyemîn a festîvalê de, bi taybetî ciwan û zarokên wargehê bi cilên xwe yên neteweyî û werzîşî qada mîhrîcanê dagirtin. Di bernameya îro ya mîhrîcanê de pêşbirkên wek beza alê ya 400 m, beza 100 m, maraton, dirêj avêtin, bilind avêtin û bisiklet hebûn. Di pêşbirkan de hem keç û hem jî kur bi dildariyeke mezin cihê xwe girtin. Xwendekarên ku di pêşbirkan de cihê xwe digirtin bi kelecana xwe li qadê dîmenên rengîn ava kirin. Herî dawî jî xelatên xwendekarên ku di pêşbirkan de pile girtine hatin dayîn.

Tê payîn ku mîhrîcan sibê, bi çandina daran û bi şahiyeke mezin bi dawî bibe.