Li Mêrdîn û Dilokê di qezayan de 36 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li navçeya Dêrik a Mêrdînê di qezaya ku pêk hat de 20 kesan jiyana xwe ji dest dan, hejmara kesên ku di qezaya Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan derket 16’an.
Navenda Nûçeyan – Duh êvarê li devera Ûçyolê ya navçeya Dêrikê ya Mêrdînê qezaya trafîkê pêk hat. Di qezaya ku ji ber TIR’a barhilgir ji Fabrîqeya Sifir a Etî ya girêdayî Cengîz Holdîngê pêk hat, TIR’eke din li kesên ku mudaxeleyî birîndaran dikirin, qelibî. Di qezayê de 20 kesan jiyana xwe ji dest dan, tedawiya 7 jê giran 26 kesan li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê, Qoser û Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê dewam dike. Hat diyarkirin ku 2 şofêrên ku bûne sedema bûyerê hatin binçavkirin, der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Ebru Günay: Ji ber xemsariyê zincîra qezarê mijara gotinê ye
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê axivî û wiha got: “Em dizanin ku hem li nexweşxaneyên Mêrdînê hem jî li Qoserê hejmara birîndaran zêde ye. Ev felaket e, di felaketê de ji ber xemsariyê zincîra qezayê mijara gotinê ye. Kolana sereke ya ku ev demeke dirêj e bûye yek rê, kolaneke sereke ye ku TIR lê derbas dibin. Qeza ji ber ku frena kamyona ewil teqiyaye, diqewime. Mirov diçin, tedbîr nayên girtin, kamyonek duyemîn piştî nîv saetê tê, di nav girseya kombûyî de karesatek çêdibe.
"Kontrol û lênihêrîna pêwîst nayên kirin"
Em dizanin ku; Kamyon Kamyonên Cengiz Holdingê ne. Ya rastî her kes dizane ku kontrol û lênihêrîna pêwîst a tonê nayê kirin, TIR her tim dibin sedema mirinê. Ez bawer im ku yek ji kamyonan zibil hildigirt. Barên belavbûyî bû sedema qezayek din. Li gel malbatan em li bendê ne ku dozger bên û otopsiyê bikin. Jixwe nexweşxaneya Dêrikê jî binesaziya alîkariya kesên di vê qezayê de tune ye. Berî niha jî birîndar rakirin nexweşxaneyên din.”
Li Dîlokê hejmara miriyan derket 16’an
Di qezaya ku li navçeya Nîzîp a Dîlokê pêk hat de 4 jê ekîbên tenduristiyê, 3 îtfaiye û nûçegihanên ÎHA’yê Muhammed Abdulkadîr Esen û Umut Yakup Tanriover jî di nav de 15 kes jiyana xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn. Gelek tîmên tenduristiyê û rizgarkirinê sewqî herêmê hatin kirin. Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr. Bi mirina 1 ji birîndarên din ên hatin dermankirin re hejmara kesên jiyana xwe jidest dane derket 16’an.